Koç: Şoreşa Rojava ji bo partiyên Kurd kaxeza turnusolê ye

Koç: Şoreşa Rojava ji bo partiyên Kurd kaxeza turnusolê ye

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç ku di xebatên çêkirina Kongreya Netewî de cihê xwe digire da diyarkirin ku, şoreşa Rojava di mijara xwedî derketin û zanabûna netewî de kaxeza turnusolê ye û got: “Rasteyek wisane ku qasî dostan dijminan jî derdixe holê. Di vî milî de mijara navend ya neteweyî ye.”

Li rexmî ku demek dirêje partiyên Kurdan nêzî hevbûne û xebatên yeketiya netewî zêdebûne jî, xebatên pêkhatina Kongreya Netewî têne taloqkirin û piştî serdana Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê hêvî kêm kirine. Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç ku ji destpêkê ve di nava xebatên amadekariya Kongreya Netewî de cih digire, em li ser têkiliyên di navbera partiyên Kurd û pêşketinên li herêmê rû didin çi bandorê li ser amadekariyên kongreyê dike axivîn.

Koç da diyarkirin ku, pirsgirêk ji dîtinên partiyên siyasî ên Kurd ên di derbarê bûyerên li herêmê rû didin û nêzîkatiyên îdeolojîk yên cûda jî bandora xwe hene.

Koç da zanîn ku, şoreşa Rojava di mijara xwedî derketin û zanabûna netewî de weke kaxeza turnusolê ye û got: “Rasteyeke ku qasî dostan dijminan jî derdixe holê.  Di vî milî de jî mijara navend ya neteweyî ye.” Koç wiha domand: “Dema ku em dîtina partiyên siyasî ên Kurd ya li mêzekirina bûyerên Rojhilata Navîn digirîn dest, veguherînên dîrokî ên derbazkirine û xala lê derketine, nêzîkatiyên bi hêzên derve re û nêzîkatiyên wan ên civakî girîngin. Heta mirov vana nezane sererastkirin zehmete. Şoreşa Rojava di rastiya xwe de şoreşa gelane. Di serî de gelê Kurd, Ereb, Asûr-Suryanî-Keldanî, Ermenî û Çeçen beşdar dibin. Bi vî şeklê xwe jî ji bo hemû gelênRojhilata Navîn hilbijartekek ya çareseriyê pêşkêş dike. Yanî delîleke ku gel dikarin bi hev re çareseriyê hilberînin. Di vî alî de çareseriya Rojava çareseriya Rohilata Navîne.

Raste, di serî de ddewleta Tirk û hêzên dagirker yên herêmê ji vê çareseriyê nerihetin. Hêzên Rojava jî êdî rastiya Kurd bi awayekî cûda de digirin dest û dinirxînin.

Li ser baskê Sunnî yê dewleta Tirk bi rêya komên El Qaîdeyê şer ji Bakûr herikan Rojava. Rewşekî ku bi hêzên global re jî bi nakûke û dibe sedema rexneyan. Hêzên Global dixwazî Amerîka, Asya, Efrîqa be, El Qaîde baweriya Îslamê ya gelê herêmê îstîsmar dike û ji belavbûna vê bigûmanin. Şoreşa Rojava windahiyekî ku NATO nekarî bi El Qaîdeyê da jiyankirin.

Di mijara netewî de jî hinek partiyên Kurd bêy prensîbên berjewendiyên netewî li ber çavan bigirin, gelek tawîzan didin dewletên herêmê û di nava îtîfaqê de ne. Eger ev îtîfaq bi bidestxistina statûya li Rojava endeks bibe, birastî jî dê endamên pir mezin derbikevin.  Di rewşa heyî de bêy ku hesabê fobiyên li Rojava ên dewleta Tirk û îranê hesab nekin û îtîfaqekê pêşbêxin dê polîtîkayên berjewendiyên netewî tengav bike.

Partiyên siyasî ên Kurd ji bo pêşî li rîskên siyaseta navxweyî bigirin di derbarê xwedî derketina li Rojava de daxuyaniyan didin, li aliyê din jî dîplomasiyekî bêdeng  ên nexwedîderketina li şoreşa Rojava têne kirin.”

PARTIYÊN KURD DI MIJARA ROJAVA DE JI HEV CÛDA BÛN

Nilûfer Koç aşkera kir ku, “Ji siyaseta tehrîk û îzolasyonê zêdetir bi hesasiyseta netewî hewildan heye. Herwiha pêwîste ev helwest hîn zêdetir bihêz bedewam bike û di mijara Rojava de jî rê li hevgirtinekî netewî veke.

Ji xwe ji ber vê sedemê ye ku li rexmî hemû tengaviyên partiyên siyasî jî pêwîstiya xebatên Kongreya Netewî hertim tê bilêv kirin. Yanî komîtiya amadekar pêwîste di civîna 10’ê Mijdarê de xwe fes neke, ev hişyariyek ya netewî ye. Hêzên ku di komîteya amadekar de cihê xwe girtin û di mijara Rojava de polîtîkaya Kurd ji hev cûdabûyî de pêwîste bibin yek. Gelek hêz li ser sererastkirina rê û rêbazên xwe ên di çarçoveya nesîhet, pêşniyar û rexneyan radiwestin.”

Koçê da diyarkirin ku, Başûrê Kurdistanê ji bo hikumeta nû ava bike di nava xebatê de ye û li dijî KCK, PYD’ê uslubên ku çanda polîtîkayê dixin nava tengasiyê de bikartîne. Koçê anî ziman ku, pêwîste bi xwînsarî nêzî rêbaz û tevgerên xwe bibin, ji ber ku ji bo yeketiya netewî sebir û xwînsarî pêwîste.

Koçê ji bo partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê ev nirxandin kir: “Partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê pêwîste destpêkê hewil bidin hikumeta nû ava bikin. Lê belê piştî ku li Rojava hêzên YPG’ê deriyê Til Koçer girt û rêveberiya demkî 12’ê Mijdarê hate îlan kirin, hîn zêdetir bihêz ketiye rojevê. Lê belê vê nîqaş û rageşî bixwe re aniye. Şoreşa Rojava di mijara xwedî derketin û zanabûna netewî de weke kaxeza turnusolê ye û  rastiyeke qasî dostan dijminan jî derdixe holê.

Hinek partiyên siyasî piştî serkeftina Til Koçer û îlankirina rêveberiya demkî, uslubê rexneyê cihê xwe ji zimanekî rencîdeyê re hiştiye. Ev zêdetir l hemberî PYD û YPG pêktê. Nêzîkatiya PYD’e ya xwînsar û zirarê nede yekjetiya netewî li dijî zimanê provokasyonê hêjayî textîrê ye. Zimanekê nexweş ê ji zimanê çanda siyasetê dûr dmekê li dijî Hevserokê KCK Birêz Cemîl Bayik jî pêkhat. Lê belê neketiya Birêz Bayik ya polemiyek wisan di mijara hesasiyeta netewî de tiştek pir girîng bû. Ji ber vê yeketiya netewî sebir û xwînsariyek mezin dixwaze.

Rojavayê Kurdistanê di alî şênîû coxrafyayê de parçeye aherî biçûke, lê belê bişoreşa ku avakiriye dê pêşeroja hemû parçeyên Kurdistanê diyar bike. Di heman demê de çavkaniya hêvî û gurûra netewî ye. Ên xwediyê zanabûna netewî de firsendê nedin ku reşkirinekî li hemberî vê bête kirin. Yanî dê webalê wê giran be. Yê ku xeletiyeke li hemberî Rojava bike, rastiyek heye ku dê Rojava wî bişewtîne. Ji ber ku Rojava weke daxwaz û xeyalên Kurdistaniyane. Weke Kurdistaneke azade û di dilê her Kurdekê de ye. Di heman demê de ew qas jî ya Ereban, Asûriyan, Ermeniyan, Çeçekan, Elewiyan, Êzidiyan ûXiristiyane ne.”

EM HEWIL DIDIN RAGEŞIYAN RAKIN

Koç got, “Em weke KNK jî hewil didin ji bo ev rageşî rabin bi hemû partiyên siyasî re hevdîtiê dikîn.” Koç destnîşan kir ku, pêwîste hemû partiiyên siyasî ên Kurd di mijara Rojava de hewil bidin têkildarî konsensusekî netewî di nava diyalogê de bin û gotinên xwe wiha berdewam kir; “Me di hevdîtinên xwe ên dawî de me xebatek ya ji hemû partiyên siyasî û civakî heyetek biçe Rojava da destpê kirin. ji bo ew fikarên ku di nava partiyan de heyî ji holê rabûn û li biçavê xwe bibînin, me hewilda heyetê bişînin Rojava. Wkeke din jî partiyên ku bidaxuyaniyan piştgiriya Rojava dikin, me xwest biçin wir û ji gelê herêmê bi xwe re bêjin. Silavkirina gelê Rojava ên di bin şert û mercên zehmet de berxwedidin peywirek me ê neteweyî ye. Pêwîste ji bo rojava di nava hemû partiyan de li ser rojava diyalogekî li ser konsensua netewî pêkbê. Ji ber ku dema diyalog ji holê rabû, hinek mekanîzmayên din dikevin dewreyê. Di rewşa niha de ne vebûna deriyê Başûr û Rojava derî li rêya diyalogê digirin. Ev zêde zirarê nadin partiyan, ji wê zêdetir zirarê dide firsenda dîrokî ya di rastiya Rojava de hatiye bidestxistin. Riskek herî biçûk dê  li Rojavaq bibe sedema qirkirinên mezin. Rojava mijareke li ser hemû partiyan re ye.

Bi armanca siyaseta yekıetiya netewî metna bangawaziyê ya me ya Kurd jî di Sûriyeya demokratîk de xwedî projene û Kurd dê li ser navê Destya Bilind beşdarî kongreya Cenewre-2 bibin, da despêkirin partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê jî eleqeyek mezin nîşan dan, her wiha 14 partiyan bi îmzeyan lê xwedî derketin. Weke KNK partiyên ku me li deriyê wan xist nemaye.”

PARTÎ NERIHETIN KU BARZANÎ LI SER NAVÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI AXIVE

Koç da diyarkirin ku, serdanên Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê bu derve normale, lê belê daxuyaniyê wî ên derbarê Rojavayê Kurdistanê de bûne sedema bertekan û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê tevlî van dîtinan nebûn . Koçê bilêv kir , di serdanên me ên di çarçoveya Kongreya Netewî ên li gel partiyan de, serdana Barzanî ya Amedê jî hate axaftin. Koçê aşkera kir ku, tu partî li dijî serdanên dewletên cîranin nînin, lê belê balkişandine ser berjewendî û prensîbên netewî. Koçê bilêv kir ku, çûyîna Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê jî weke çavkaniya xwe ji statuya dewletê ya Başûr digire û ev jî tiştekî pêwîste, tê nirxandin.

Koçê anî ziman ku, niha li Hewlêrê konsolosên 28 dewletan hene ji ber vê çendê jî serdana Barzanî normal tê dîtin. Nîlufer Koç da diyarkirin ku, çûyîna Barzanî ya Amedê ku ji tu partiyan ti kes li gel xwe nebir û daxuyaniyên nerênî ên di derbarê Rojava de jî bûne sedema rexne û bertekan. Koç got: “Partiyên Siyasî pir nerihetin ku Birêz Barzanî ne li ser navê lîderek partiyê li ser navê Serokê Herêmê daxuyanî daye, ji ber ku nirxandinek wiha li ser navê Serokê Herêmê kirin, tê wateya li ser navê hemû herêmê hatiye kirin. partiyên siyasî didin diyarkirin ku, Birêz Barzanî daxuyaniyên wiha li ser navê Serokê PDK bike dê hîn rast tir be. Ji ber ku piraniya Parityên Başûr di derbarê mijara Rojava de weke Birêz Barzanî nafirikin û xwedî li Şoreşa Rojav aderdikevin.”

YNK DIXWAZE XETA MAM CELAL BIMEŞÎNE

Koçê anî ziman ku, dimijara Kongreya Netewî û rojava de helwestên Goran û YNK’e pozîtîvin, lê elê dîsan jî helwestên herdu partiyan ji hev cûdane. Koçê da diyarkirin ku, “Goran bihêz dibe; YNK jî hewil dide ji nû vex we sererast bike. Lê belê her du partî jî daxuyaniyên piştgiriya Rojava didin. Mirov dikare bêje ji bo Rojava statuyekê bidest bêxe hewildanan dikin. Weke din jî YNK hewil dide li ser rêya Mam Celal ya berpirsyartiya aştiyê ya Bakûre Kurdistanê bimeşe. Dixwazin heman helwestê di mijara Rojava de jî berdewam bikin. Çawa ku Mam Celal di agirbest 1993’an berpirsyartiya wê girte ser xwe û giran bû, îro xwedî derketina li Rojava jî ew qasî zore. Sala 93’an sala herî zêde kujerên kiryarên wan nediyar çebûyî bû. Dewletê bixwe zilamên xwe dikuştin. Êdî hêsaniye piştgiriya Bakûrê Kurdistanê ku zemînê çareseriyê bi saya Ocalan, PKK û gelê Kurd pêkhatiye bikin. Lê belê sala 1993’an hêsanî nebû. Ji ber vê çendê dewletê Turgut Ozale xwest bireya diyaloge çareser bike kuştin. Îro xwedî derketina li Rojava zehmete. Ji ber ku Sûriye û Rojava krîza kûr ya Rojhilata Navîn in. Rojava çawa ku netewî ye, ew qas mijarekî Rojhilata Navîn û navnetewiye.

Tevgera Goran jî di mijara Kongreya Netewî û Rojava de polîtîkayekî bi îstirar dimeşîne. Bi rexneyê zelal hêzek girînge ji bo demokratîkbûyîna Başûrê Kurdistanê.”