Kurdên li Elmanyayê dijîn, Newroza îsal li bajarê Elmanya Hannoverê pîroz dikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç got, "Em ê Newroza îsal bi ruhê Mehmet Tûnç, bi coşa serhildanê pîroz bikin."
Newroza îsal, ku tê payîn li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li veguhere berxwedanê, wê li Elmanyayê bi çalakiyeke bi heybet were pîrozkirin. Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn û dostên wan amadekariyê dikin ku bi heman coşa li Kurdistanê Newrozê pîroz bikin. Dirûşma bingehîn a pîrozbahiyan 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî' ye. Dirûşmeke din a pîrozbahiyê 'Agirê berxwedanê xweseriyê geş dike' ye. Li gelemperiya Elmanyayê Newroz wê bi meşên bi meşaleyan, resepsiyon û gelek çalakiyan were pîrozkirin. 19'ê Adarê roja Şemiyê jî wê li bajarê Hannoverê bi çalakiyeke navendî were pîrozkirin. Di Newroza îsal de ku sazî û şexsiyetên Elman jî eleqeyê nîşan dide de, wê meşeke navendî pêk were û Elmanên dostên Kurdan wê bi blokekê bimeşin. Di mîtînga piştî meşê de jî wê nûnerên HDP, YNK, Tevgera Goran, ABDEM-Yekîtiya Hêzê, nûnerên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê biaxivin.
Li ser amadekariyên vê pîrozbahiya Newrozê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Yuksel Koç ji ANF'ê re axivî. Koç diyar kir, amadekariyên wan hemû qediya ne û bang li her kesî kir ku bi ruhê serhildanê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Hannoverê bibin.
'DIVÊ BI RUHÊ MEHMET TÛNÇ WERE PÎROZKIRIN'
Koç da xuyakirin, ku bersiva ji bo şehîdên berxwedana xwerêveberiyê, pîrozkirina Newrozê bi ruhê berxwedanê ye û got, "Ji ber ku agirê Newrozê li dijî her şêwe zext, siyaseta înkar û tinekirinê ya mêtîngeriyê û li hemberî zilmê tê wateya yekîtî, berxwedan, aştî, azadî û jiyana demokratîk. Lewma bi pêşengiya Kawayê Hesinkar duh gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn li hemberî mêtîngeriyê agirê îsyanê hat pêxistin."
Koç da zanîn, dewleta AKP'ê ya li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê têk çûye, konsepteke şerê topyekûn li hemberî gelê Kurd xistiye meriyetê û got, "Herî dawî li Cizîrê di jêrzemînan de birîndar bi hovane qetil kir û êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Bi vê yekê re nîşan dide ku rêbazên êrîşên ji bo qirkirinê berfireh kiriye."
Koç da xuyakirin, ku ew ê Newroza navendî ya li Elmanyayê îsal li bajarê Hannoverê lidar bixin û got, "Em şehîdên xwerêveberiyê yên Cizîr û Sûrê, ku berxwedêrên leheng ên gelê me ne, bi bîr tînin. Ji bo bicihanîna statuya xweseriya demokratîk a Kurdistanê û pêşîvekirina li azadiya Serok Apo, em Newroza îsal bi ruhê berxwedana azadiyê veguherînin serhildaneke girseyî. Em ê cejna xwe ya vejînê Newrozê, îsal li Elmanyayê bi meşeke navendî û mîtîngekê pîroz bikin. Pêwîste navendên me yên civakî û hemû qadên me yên xebatê, ji bo vê meş û mîtîngê bi seferberiyê bixebitin. Ev çalakî ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyê vîneke xurt e. Di heman demê de ji bo teşhîrkirina polîtîkayên dij bi Kurd ên dewleta AKP'ê û dewleta Elman û ji bo wergirtina desteka raya giştî, divê em bi awayekî girseyî tevlî bibin."
'PÊWÎSTE EM MESAJÊ BIDIN DEWLETA TIRK'
Koç anî ziman, divê her malbateke Kurd dostekî xwe yê Elman tevlî Newrozê bike û got, "Divê navendên me yên civakê û pêkhateyên me, sazî û şexsiyetên biyanî yên dost, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenteran dawetî Newrozê bikin." Koç ev bang kir: "Yekîtiyên Elewî, Êzidî û Îslamî ji bo girseya xwe tevlî pîrozbahiyê bikin, pêwîste plansaziyeke taybet amade bikin, di nava proganda çalak de bin. Her yekîtî li bajarê lê ye, divê armancekeke şênber deyne pêşiya xwe û li gorî vê bixebite. Di vê Newrozê de jî divê em hêza xwe ya girseyî bi heybetî nîşan bidin û mesaja pêwîst hem bidin dewleta Tirk hem jî bidin tevahiya cîhanê."
XWEDÎ BERNAMEYEKE DEWLEMEND A ÇANDÊ YE
Çalakiya Newrozê, ku wê li Am Waterlooplatzê saet di 10:00 de destpê bike, xwedî bernameyeke dewlemend a çandê ye. Tê payîn Yelda Abbasî, Mem Ararat, Mûstafa Dadar, Bandîsta, Bengî Agirî û koroyên TEV-ÇAND û PHKE derkevin ser dikê.