Koç: Eger em têkoşînê mezin bikin wê destketî jî mezin bin

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li paytexta Swêd Stockholmê di civînekê de axivî û got, "Em çiqasî têkoşîna xwe mezin bikin destketî ji î wê ewqasî mezin be."

Koç ku ji bo parvekirina deklarasyona ji 7 xalan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve bike û civakê bixe nava liv û tevgerê li Swêdê ye, bi komek ji rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re Yekşemê civînek pêk anî.

Koç diyar kir ku berxwedana greva birçîbûnê dewleta Tirk lawaz kiriye, destketiyên mezin ji bo gelê Kurd afirandiye û got, ji Efrîkaya Başûr heta Latîn Amerîka û Pakistanê li gelek welatan mirovên pêşverû û şoreşger destek dan berxwedanê.

Koç bi bîr xist ku di encama berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê de yekemcar di dîroka Konseya Ewropayê de civînek bi rojeva Ocalan pêk hatiye, biryarên ji 7 xalan hatine wergirtin û got, "Encama ku me ji vê yekê derxist wiha ye. Em çiqasî têkoşînê mezin bikin wê destketiyên me jî ewqasî mezin bin. Yê li dij te çiqasî mezin dibe bila bibe, plana çi dike bila bike eger tu bi rengekî mezin li ber xwe bide tu yê destketiyên mezin werbigire."

Koç destnîşan kir ku ji bo pêkhatina deklarasyona Ocalan divê bindest û mûxalîf hemû bi hev re tevbigerin.

Di vê navberê de Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê û Meclîsa Jinê ya Amara daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê wê îro saet 17:00 li meydana Sergelstorg a Stockholmê çalakiyeke protestoyî pêk bînin.