Koç ê girtî li dijî nêzîkatiyên xirab hefteyeke di grevê de ye

Şeyhmûs Koç ê di çarçoveya Doza Nisêbînê de girtî ye, ji ber nêzîkatiyên xirab û zextên li girtîgehê hefteyeke di greva biçîbûnê de ye.

Di sala 2016’an de dewletê li navçeya Nisêbîn a mêrdînê qedexeya derketinê îlan kiribû û li dijî mirovan sûcên kiribûn û bajar hilweşandibû. Di tehliyebûna 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok di derbarê 70’ê kesî de doz hatibû vekirin û piştre jî di rûniştinên dozê de muebeta giran û 28 sal û 6 meh ceza li Şeyhmûs Koç hatibû birîn.

Koç ê piştî hate girtin û şûnde sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hate kirin, bi bavê xwe Nûrî Koç re bi rêya telefonê axivî û diyar kir ku li dijî zext, cezayê hucreyan ên li ser wan tên ferzkirin 7 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Koç anî ziman ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê çalakiya xwe bidomîne. Bav Nûrî Koç banga hestyariyê li raya giştî kir.

Mehmet Farûk Engîn, Baver Başar û Îbrahîm Halîl Karataş û Akar Îkbal ên ji Doza Nisêbînê tên darezandin ji ber nehatin dermankirin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de ne. Ev her çar girtî 31 roj in di grevê de ne.