Kobanê ji bo piştevaniya gelan navnîşan e
Kobanê ji bo piştevaniya gelan navnîşan e
Kobanê ji bo piştevaniya gelan navnîşan e
Luca Manyo yê Îtalyayî ku ji Îtalyayê hat xeta sînorê Kobanê û tevlî çalakiyê bû diyar kir ku yekane rêya ku aştiyê bîne Rojhilata navîn Şoreşa Rojava ye û diyar kir ku ji bo piştevaniya şervanên YPG-YPJ’ê hatiye sînor.
Komeke îtalyan ku ji 8 kesî pêk dihat û di nav de rojnameger û aktîvîstên aştiyê jî hene hatin xeta sînor û tevlî çalakiyan bûn.
JI BO PIŞTGIRIYÊ EM HATIN
Ji komê Luca Manyo yê 29 salî da zanîn ku ew ji bo piştgiriya berxwedanê hatine vir û diyar kir ku Şoreşa Rojava di serî de ji bo jinan û hemû gelê bindest qadên nû yên jiyanê vedike. Manyo da zanîn ew dixwazin modela jiyana azad a bi Şoreşa Rojava re derketiye holê û çanda berxwedêr a li Kobanê tê jiyîn bibin Ewropayê û got: “Navê koma me jî Koma Piştevaniya bi Rojava re ye. Heta ji destê me bê em ê ji bo Kobaniyan bibin alîkar. YPG û YPJ’ê canê xwe dane holê. Em jî dixwazin bibin alîkar."
EM RÛYÊ WAN YÊN QIRÊJ NÎŞAN BIDIN
Manyo da zanîn ku gelên Ewropayê der barê mijara Şoreşa Rojava de ne xwedî agahî ne û destnîşan kir ku ew ê hem rastiya gelê Rojava û hem jî rûyê qirê yên çeteyên DAIŞ’ê nîşanî gelan bidin. Manyo bêdengiya Ewropayê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê rexne kir û got ku sedema vê jî têkiliya dewletên Ewropayê ya bi bi Tirkiyeyê re ye.
YEKANA RÊXISTINA JI BO RÛMETA XWE ŞER DIKE
Manyo da zanîn ku yekana hêza ku bi yekîtiya gelên Rojhilata Navîn şer dike PKK ye û got: “Em dizanin ku PKK ne rêxistina terorê ye. PKK ji bo wekhevî û biratiya gelan tê ikoşine. Yekane rêxistina ji bo rûmeta gel şer dike. Her kes li Rojhilata Navîn bazirganiya xwîn û kaosê dike û ew jî li dijî polîtîkayên qirêj têdikoşe. Lê li her derê wek teror tê binavkirin. Ewropa dibêje qey hemû şerên li Rojhilata Navîn ji bo demokrasiyê tê kirin. Lê mixabin ji bo rantê tên kirin. Yên ji bo demokrasî û rûmeta mirovahiyê têdikoşin Kurd in.”