KNK û Zubeyîr Aydar çûn serdana grêva birçîbûnê

KNK û Zubeyîr Aydar çûn serdana grêva birçîbûnê

Di roja 7. a grêva birçîbûnê ya ji bo darizandina îşkencekar mudurê emniyetê yê Stenbolê Sedat Selîm Ay û piştgiriya ETHA'yê, serdanên destekê dewam dikin.

Çalakvanên bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re hevdîtin kirin, peyama piştgiriyê girtin. Muslim çalakî silav kir, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin çalakvanên grêva birçîbûnê.

Di çalakiya li Antwerpenê de bal hat kişandin ser girîngiya şoreşa Rojava û hat destnîşankirin ku şehîdê MLKP Serkan Tosûn ê di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest da, nirxekî dîrokî ye. Di panêleê de ICOR ji bo Rojava belavok belav kir.

Çalakvanên grêva birçîbûnê di heman demê de beşdarî Bernameya Taybet a li Stêrk TV bûn û behsa armanca çalakiya xwe kirin. 

LI MALA GEL SERDAN

Çalakvanên ku li herêmên cuda yên bajêr belavok belav kirin, li Mala Gel a ser bi BGK'ê ku çalakiya xwe li wir didomînin, serdan qebûl kirin.

Piştî serdana welatparêzên Kurd û Asûrî, hunermenda Makdeonyayî Leman Stehm bi stranên xwe yên bi zimanê Ermenî, Kurdî û Tirkî piştgirî da çalakiyê.

Duh jî heyetek ji KNK'ê, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), Yekitiya Suryaniyan li Ewropayê Serokê Koordînasyona NRW ya Partiya Çep a Elman Alî Atalan û gelek nûnerên saziyan çûn serdana çalakiyê.

Zubeyîr Aydar di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser pêvajoya muzakereyê û diyar kir ku ti carî bersiv ji daxwazên wan re nehatiye dayîn. Aydar anî ziman ku dewlet û AKP ji destpêkê ve çareserî ji ti pirsgirêkan re nedîtine û destnîşan kir ku wan beranberî vê têkoşîna xwe li her derê bilind kirine.

Aydar da xuyakirin ku grêva birçîbûnê perçeyek ji vê têkoşînê ye û anî ziman ku dema pêş di warê têkoşînê de dê hîn bêtir bi liv û tevger be. Aydar destnîşan kir ku divê HDK di vê pêvajoyê de xwe baştir birêxistin bike û çalakiya grêva birçîbûnê silav kir.

Li ser navê heyeta KNK'ê jî Sakîne Karakoçan axivî û diyar kir ku ev çalakiya grêva birçîbûnê ya ne tenê li dijî SS Ay li hemberî tevahiya îşkencekar û zilmdaran, çalakiya wan bi xwe ye û anî ziman ku ji bo wan wezîfeye ku li gel gelên Tirkiyê re têbikoşe. Karakoçan destnîşan kir ku ew sekna jinan a di vê çalakiyê de watedar dibînin.

Alî Atalan jî da xuyakirin ku pergala heyî pergaleke îşkenceyê ye û diyar kir ku AKP jî perçeyek ji vê ye. Atalan destnîşan kir ku rabûna îşkenceyê bi rabûna vê pergalê dibe.