KNK  Rêveberiya Federasyona Demokratî a Bakurê Sûriyê pîroz kir

KNK, ‘’Em KNK rêvebirîya Federasyona Bakura Sûrîyeyê û Rêvebirîya Rojavaya Kurdistanê û hêza asayişe û her wiha hêza parastina vê cografyayê YPG û YPJê jî pîroz dikin ku hilbijartin di nav ewlekarîyê da dane kirin.’

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li ser hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’ ’Em KNK rêvebirîya Federasyona Bakura Sûrîyeyê û Rêvebirîya Rojavaya Kurdistanê û hêza asayişe û her wiha hêza parastina vê cografyayê YPG û YPJê jî pîroz dikin ku hilbijartin di nav ewlekarîyê da dane kirin.’’’

‘EV PROSESA HILBIJARTINÊ KAREKÎ GIRÎNG E’

Daxuyaniya KNK’ê ya li ser hilbijartinê wiha ye:

Ev prosesa hilbijartinan bi serê xwe karekî giring û pêdivî bû û di du qonaxan da ev kare bi serkevtî hate encamdan. Hêvî ew e ku bi hilbijartinên meha yêkê ya sala 2018’ê jî ev prosesa demokratîk bête timam kirin û xelkên vê cografyayê bibine xwudanê rêvebirîya xwe bi xwe.

Ev hilbijartin hem ji bo Rojavaya Kurdistanê, ku parçeyê herî mezin yê Federasyona Bakura Sûrîyeyê ye û hem jî bo navçeyên ku xelkên dî yên Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez û herweha xwedanên bawerîyên dînî û mezhebî yên cuda lê dijîn gelek giring bû ku bikarin bi van hilbijartinan nîşan bidin ku heke bi îradeya xwe ya demokratîk hereket bikin dikarin jîyaneke hevrayî ya demokratîk bi hev ra ava bikin.

‘DI NAV ÊRÎŞKARIYEKE MEZIN DE HILBIJARTIN ÇÊBÛN’

Ev hilbijartin di demekî wisa da hatin kirin ku dagirkerên Kurdistanê di nav êrişkarîyeke mezin da ne. Di nav hinde arêşe û çembera agirê gur de hem organîzekirina van hilbijartinan hem pratîzekirina wan bi serê xwe serkevtinek e. Ji ber hindê em KNK rêvebirîya Federasyona Bakura Sûrîyeyê û Rêvebirîya Rojavaya Kurdistanê û hêza asayişe û herwisa hêza parastina vê cografyayê YPG û YPJê jî pîroz dikin ku hilbijartin di nav ewlekarîyê da dane kirin. Şik tê da nîne çu kar û xebat bêyî kêm û kasî, bêyî xeletî nayên kirin. Herweha di hemî hilbijartinan de dibe ku encam û prosesa hilbijartinê ne bi dilê hemî kesan bin. Ev jî sihê naxe li ser encamên hibijartinan. Li gel vê yekê jî nûnerên 24 partî û gelek kesên serbîxwe bi zêdeyî 5 hezar û 470 namzetan, di nav de Ereb, Suryan, Kurd, Çerkez, Ermen, Turkmen û pêkhateyên din di pişbirkê de bûn.

MALAVAYÎ JI BO ÇAVDÊRÊN HILBIJARTINÊ

Cihê keyfxweşîyê ye ku ji parçeyên din yên Kurdistanê û ji welatên cuda heyetên çavdêrîyê çûne navçeyê û hilbijartin ji nêzîk ve taqîb kirin. Bi taybetî hevserok û nûnerên Kongra Civaka Demokratîk – KCD, parlamenter û nûnerên HDP, nûnerên fraksîyonên PDK, GORAN û YNK li Parlamenta Kurdistan û hindek organîzasyonên sivîl jî nimayenedeyên xwe rêkirin navçeyê û piştevanîya vê prosesa hilbijartinan di cihê xwe da kirin ku eve cihê teqdîrê ye.

‘BILA BIBE WESÎLEYA JIYANA AZAD, DEMOKATÎK Û WEKHEVANE’

KNK hêvî û daxwaz dike ku hilbijartinên Federasyona Bakura Sûrîyeyê ji bo xelkên navçeyê bibine wesîleya jîyaneke azad, demokratîk û wekhevane. Her wiha tê hêvîkirin ku ev sîstema li cografyaya Federasyona Bakura Sûrîyeyê bibe çirîska xêr û xweşîyê ku li timamî Sûrîyeyê sîstemekî federal û demokratîk an jî konfederal û demokratîk were ava kirin ku hemû xelkên li Sûriyeyê li ser esasê xwezî û daxwazên xwe yên demokratîk bikarin bi hev ra wekhevane, azadane û demokratîkane bijîn.

‘EM SERKEFTINÊ DIXWAZIN’

Sêrîde Rêveberîya Federasyona Bakura Surîyeyê û hemî kesên organîzekirin û pêkanîna vî karî de beşdarbûyîn, kesên çûyîn ser sindoqan deng dayîn, herweha kesên weke namzet beşdarê hilbijartinan bûyî û kesên hatîn hilbijartin, em  KNK, wan hemîyan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.