KNK: Parastina Kobanê wê hêz û enerjiya rizgariya Şengalê jî bîne

KNK: Parastina Kobanê wê hêz û enerjiya rizgariya Şengalê jî bîne

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên çetetyên DAIŞ ên li hember Kobanê banga piştgiriyê kir û got, “Parastina Kobanê parastina jiyaneke sekular û demokratîk e. Aqûbeta Kobanê divê wekî ya Şengalê nebe û Kobanî  bê parastin. Parastina Kobanê dê bi xwe re hêz û enerjiya rizgariya Şengalê jî bîne.”

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir  êrîşên li hember Kobanê ne bê sedem in û ev xisûs diyar kir, “Kobanî di berxwedan û serkeftina 19’ê Tîrmeha 2012’an de bû dergehê serhildana Rojavaya Kurdistanê. Piştî rizgariya Kobanê, Efrîn û Cizîr li dûv hatin û rê li ber avabûna xweseriya demokratîk a Rojavaya Kurdistanê vebû û paşê jî Kanton hatin ava kirin.”  

KNK’ê destnîşan kir ku Kobanî çirûska destpêkê ya berxwedana Rojavaya Kurdistanê ye û agirê gur ê şoreşa Rojavaya Kurdistanê ji vî deriyê azadiyê geş bû û ronahiya xwe da bajêrên din ên Rojavaya Kurdistanê.

Daxuyaniya Rêveberiya KNK’ê wiha didome:

“Kobanê çeperê destpêkê yê şoreşa Rojavaya Kurdistanê ye. Kobanê sengera berxwedana destanî ya xelkê me ye li Rojavaya Kurdistanê ye. Bi navê xelkê Kobanê Yekîneyên Parastina Gel YPG û YPJ ji destpêkê ve li dijî êrîşên cîhadîstên Îslamî yên DAIŞ’ê parastineke xurt nîşan dan û rê nedan van hêzên çepel.

DEWLETA TIRK YEKSER PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYAN

Ev pêngava sêyemîn a ku DAIŞ êrîşî Kobanê dike. Dewleta Tirkiyeyê yekser û dagirkerên din ên Kurdistanê jî neyekser piştevaniya DAIŞ’ê dikin ku rizgariya Rojavaya Kurdistanê bişkînin. DAIŞ’ê piştî Mûsilê dagiriya Şengalê bi hêz û hevkariya van dagirkeran pêk anî. DAIŞ destkeftiyên Kurdan û bi giştî pêşketina Kurdistanê û bi taybetî rizgariya Rojavaya Kurdistanê ji bo hedefên xwe  yên nemirovî astengeke mezin dibîne. Lewma berê xwe daye Kurdistanê ku dagiriyeke mezintir pêk bîne. Bi van êrîşên dawiyê gelek aşkera ye ku di gel dewleta Tirkiyeyê li hev hatine ku di destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê da dabirîneke fireh çêbikin û kantonan ji hev biqetînin û paşê jî têk bibin. Ji ber vê yêkê parastina Kobanê karekî jiyanî ye û berxwedana man û nemanê ye. Kurd û Kurdistanî pêk ve divê parastina Kobanê weke çeperê li ser pêya manê bibînin û li gor wê pozîsyonê werbigirin. Kobanê divê nebe Şengala duyemîn. Xemsariya di vî warî da dê di gel xwe felaketeke mezin bîne ku pêk ve Kurd û Kurdistanî dê ji encameke wisa zerarê bibînin. Mûsîbeta Şengalê dîvê bo hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dersdêr be û di parastina Kobanê da bibe nimûneya berxwedanê.

PARASTINA KOBANÊ PARASTINA DESTKEFTIYÊN KURDAN E

Parastina Kobaniyê, parastina Rojavaya Kurdistanê ye, parastina destkeftiyên Kurdan e, parastina Başûrê Kurdistanê ye ku hê jî gefa DAIŞ’ê ya li hember Başûra Kurdistanê kêm nebûye. Parastina Kobanê parastina giyanê Kurdî û Kurdistaniyê ye. Li ber rêya dagiriya DAIŞ’ê ya li ser Kobaniyê xelkê me jî divê rêya berxwedan û parastinê di dereceya herî bilind de nîşan bide û ji bo parastina Kobanê seferber bibe. KNK bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku karê parastina Kobanê wekî erkekî neteweyî û niştimanî bibînin, imkan, hêz û şiyanên xwe bi rengekî koordîne bi kar bînin û bibine hevçeper li dora Kobanê.

KNK her wisa bang li cîhana humanîter û demokratîk jî dike ku trajediya Şengalê ya gelek taze ji bîr nekin û bi lez biçin hawara xelkê Kobaniyê û ji her alî ve destekê bidinê. Parastina Kobanê her wiha parastina jiyaneke sekular û demokratîk e. Aqûbeta Kobanê divê weke ya Şengalê nebe û Kobanî divê bê parastin. Parastina Kobanê dê bi xwe ra hêz û enerjiya rizgariya Şengalê jî bîne.”