KNK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê derkevin!

KNK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre. Armanca êrîşên dewleta Tirk eşkere ye û diyare. Dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike.”

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da. Konseya Rêvebir a KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre û got: “Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere ye û diyare dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike. Bi van êrîşan dixwaze rê li ber dagirkeriya xwe veke û heremê bide valekirin.”

Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer carek din 21'ê Sibatê li Behdînanê êrîşî xelkê sivîl kir. Di êrîşê de welatiyê bi navê Beşîr Omer Alî û Arîf Taha şehîd bûn. Ev ne cara ewile ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî welatiyên sivîl dike û timî sivîlan dike armanc. Di salên dawî de nêzî 1500 kesên sivîl rastî êrîşên bi vî rengî bûne. Em weke KNK bi tundî van êrîşan şermezar dikin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin.

Dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre.  Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere ye û diyare dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike. Bi van êrîşan dixwaze rê li ber dagirkeriya xwe veke û heremê bide valekirin.

Diyare ev êrîşên dagirkeriyê bi dilê hikûmet û desthilata PDK’ê ye. Heta niha ne hikûmet ne jî desthilata PDK’ê li xelkê herêmê xwedî derneketiye û helwest nîşanî van êrîşan nedaye. Em vê helwestê jî bi tundî şermezar dikin.

Lewra em bang li hemû hêzên Kurd û Kurdistanî dikin ku li dijî êrîşan derkevin, bi helwest bin û şermezar bikin.”