KNK: Em li her qadê xwedî li berxwedana Bakur derkevin
KNK'ê banga yekîtiya neteweyî û xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê kir. KNK'ê diyar kir, divê PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin û ji bo çareseriyê jî xwest, Ocalan bê berdan.
KNK'ê banga yekîtiya neteweyî û xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê kir. KNK'ê diyar kir, divê PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin û ji bo çareseriyê jî xwest, Ocalan bê berdan.
Dîwana Giştî ya KNKê li rojên 15-16ê Gulanê li Brukselê bi rojeveke têr û tejî kom bû. Di roja destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, navçe û dinyayê û kar û xebat û bi giştî rewşa KNK'ê bi berfirehî hate gotûbêjkirin.
Di roja duyemîn ya kombûnê de, ku roja salvegera sedemîn a peymana Sykes-Picot e, li ser prosesa pêkhatina peymanê, encamên wê û li ser rewşa îro ya herêmê, hate rawestan.
Dîwana Giştî li ser mijarê daxuyaniyek weşand û der barê civînê de ev agahî da:
"Îro roja sedsaliya Peymana bêyûm a Sykes-Picot e. Berî sed salan îro ev peyman hate îmze kirin ku Kurdistan û navçeya lê an ku Rojhilata Navîn û Mezopotamya di navbera dewletên emperyal yên wî demî de bê parve kirin û dewletên nû bêne ava kirin. Rikeberiya di navbeyna aktorên parvekirinê de, bû sebebê dijberiya wan ya navxweyî û ev hewildana Sykes-Picot neçû serî û li pey xwe Sevr derxist. Sevrê jî cih negirt û herî dawiyê Lozan hate rojevê. Bi Peymana Lozanê, çar parçetiya Kurdistanê hate mohr kirin ku demekî reş destpê kir di jiyana Kurd û Kurdistaniyan de. Kurdan digel hemû paşvemayîn û bêhêziya xwe jî, ev qedera Lozanê qebûl nekirin û li ber xwe dan. Li bakur, li rojava, li rojhilat li başûr gelek serhildan pêk hatin. Lê mixabin ku heta dawiya sedsala bîstan Kurd li van her çar parçeyan di nav zulm û zoreke mezin da bêmaf man.
Ji salên 1990'î û pê ve konjonktûreke nû û pozîtîv hate pêş li Rojhilata Navîn û li Dinyayê. Kurd li beşê başûr di nav Iraqa Federal da bûne xwedan statûyeke xweser. Vê pêkhatinê tesîreke pozîtîv li têkoşîna beşên din yên Kurdistanê kir. Di serê sedsala 21'ê de geşbûna doza Kurdistanê bilindtir bû. Ji sala 2012'ê pê ve jî, li rojavayê Kurdistanê statûyeke bi formata kantonal 'de facto' pêk hat ku îro ber bi statûyeke federal ve organîzebûneke nû dest pê kiriye.
STATUYÊN XWESER ÊN LI DU BEŞÊN KURDISTANÊ DESTKETIYÊN MEZIN IN
Îro li du beşên Kurdistanê statûyên xweseriyê hene û eve destketiyên mezin ên bizava Kurd û Kurdistaniyan e. Di pêkhatina van statûyan da rola sereke ya dînamîkên navxweyî bû, lê dînamîkên derveyî jî bûne destekdar ku Kurd û Kurdistanî îro gihiştine vê qonaxê. Digel vê rewşa nû ya pozîtîv ya li Kurdistanê jî, du beşên mezin ên Kurdistanê, Bakur û rojhilat, hêj jî di bin destê Tirkiye û Îranê da ne û ji mafên xwezayî û huqûqî bêpar in.
Di sedsaliya Peymana Sykes-Picot de, ji bo çareseriya doza Kurdistanê, rewşeke pozîtîv derketiye meydanê. Di nav van şert û mercên gihiştî de, Kurd xwedî hêz in. Cîhana demokratîk jî destekê dide xwestekên Kurdan û di nexşeyê dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de Kurd xwedî statû ne. Ev herdu dînamîk di halê hazir da paralel xebata xwe didiomînin.
BI SER XISTINA ARMANCÊN LI BAKUR Û ROJHILAT, BI TIFAQA NETEWEYÎ DIBE
Di vê çarçoveyê de wekî dînamîka navxweyî, dînamîkên Kurdî û Kurdistanî li ser esasê berjewendiyên neteweyî û niştimanî divê plan û projeyên hevrayî amade bikin û di meydana navneteweyî da bi hev re parêzeriya doza Kurdistanê bikin.
Di sedsaliya vê peymanê da, parastin û pêşvebirina statûyên başûr û rojavayê Kurdistanê bi hêz û aqilê hevrayî, wê mumkun bibe. Herwisa encam girtina armancên neteweyî li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî bi vê tifaqa mezin ya navxweyî dê çêbibe.
Hemû Kurd û Kurdistanî divê pozisyonên xwe yên siyasî ji bo hevgirtina mezin a Kurdistanî kifş bikin.
Di îstifade kirina ji vê rewşa nû ya sedsaliya Sykes-Picot da, hêza hevgirtî dikare çarçoveya statûyan li gorî xwezî û daxwazên Kurdan diyar bike. Lê eger hevgirtin nebe hingê aktorên ku dîzaynê dikin, wê çarçoveya statûyan diyar bikin û ev rewş wê bi destxistina mafan de, wê gaveke li paş be.
PARASTINA DESTKETIYAN BI HEVREBÛNÊ DIBE
KNK di vê roja sedsaliya Peymana Sykes-Picot da daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike, ku formên bi hev re hereket kirinê bibînin û di pratîkê da bi cih bînin. Parastina destketan, zêdekirina wan bi hêza hevrayî mumkun dibe ku ev erkekî neteweyî û niştimanî ye. Îro firseteke gelek pozîtîv li pêş Kurd û Kurdistaniyan e ku esasen dostên Kurdan jî vê tifaqa mezin û xurt ji Kurdan dixwazin.
Kurd îro hevpeymanên koalisyona navneteweyî ne ku dixwaze li Rojhilata Navîn guhertinê pêk bîne. Ji bo Sûriyeya nû û Rojavayê Kurdistanê, di meydana navneteweyî de hevdîtin têne kirin. Kurd divê bi hêza hevreyî beşdarî van hevdîtinan bibin ku encameke di xêra Kurdistanê da bi dest ve bînin.
PIRSGIRÊKÊN LI BAŞÛR BI KONSENSUEKE NETEWEYÎ DIKARIN WERIN ÇARESERKIRIN
Li başûrê Kurdistanê jî problemên navxweyî yên binpêkirina prensîbên demokrasiyê, polîtîk, ekonomîk û sosyal divê di nav konsensûseke neteweyî de bêne çareser kirin. Tê hêvîkirin ku di serî de parlemento û hemû dem û dezgehên siyasî û îdarî bi vê şuûra neteweyî di nav hewildanên çareseriya pirsgirêkan da bin.
DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÎ DI ASTEKE BILIND DE DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANA LI BAKUR
Li bakurê Kurdistanê dewleta Tirkiyeyê êrişeke wêranker didomîne. Ji bilî gund û mezrayan yekser bajar jî bûne hedefa bombardûmanan. Șirnex, Gever, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Sûra Amedê û gelek cihên din hatin kavil û wêran kirin. Xelk hate koçkirin, kuşt û kaştdarî hate kirin. Jiyan li xelkê me hate heram kirin. Digel vê zulma bêtixûb jî xelkê me li ber xwe da û têkoşîna xwe bilind kir. Hemî dezgeh û hêzên Kurdistanî divê di dereceya bilind ya neteweyî da, vê berxwedana bi rûmet û pîroz, destek bikin.
JI BO RAWESTANDINA ÎDAMAN PÊWÎSTE ZEXTEKE XURT LI ÎRANÊ BÊ KIRIN
Her wiha li rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îslamî ya Îranê polîtîkayeke berteref kirina heq û huqûqê Kurdan pêk tîne. Kurd pêkve divê piştevaniya têkoşîna xelkê me li rojhilatê Kurdistanê bikin. Ji bo rawestandina îdaman divê xebateke xurt û berfireh bê kirin û bîr û rehiya cîhanê bê serwextkirin ku fişarê ji ser rejîma Îranê kêm nekin.
PEYMANA YNK Û TEVGERA GORAN
Li Kurdistanê di warê tifaq û tandansên polîtîk de gavên baş têne dîtin û ev proses divê bê destek kirin. Bi taybetî ev îtîfaq û rêkeftina di navbera YNK û Bizava Goran da hewildaneke xêrdar e, em bawer dikin ev prosesa li hev nêzîkbûnê di berjewendiya gel û welatê me de ye. Her wiha em hêvî dikin ev rêkeftin di xizmet û qazanca bihêzkirina sîstema demokrasî, şefafiyeta abûrî, reforma sosyal û polîtik û yekîtiya neteweyî de be. Em vê hewlê pîroz dikin û dixwazîn ku hemî partiyên Kurdistanî diyalog û têkeliyên bi hev re her dem zindî bigrin.
DIVÊ DERIYÊ SÊMALKA BÊ VEKIRIN AMBARGOYA LI SER ROJAVA WERE RAKIRIN
Dergehê Sêmalka divê bê vekirin û ew ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê bê rakirin. Girtî hêlana deriyê Sêmalka û ambargo danîna ser Rojavayê Kurdistanê, vê sedsaliya peymana bêyûm ya Sykes-Picot da, xizmet ji berjewendiyên neteweyî û welatî re nake û divêt ev reftara dûrî netewetiyê bête terk kirin.
Bi giştî li çarnikarê Kurdistanê, lê bi taybetî li başûrê Kurdistanê rewşa jinê bi hemû rûyên xwe ve bê dîtin û tepeseriya li hemberî jinê bê red kirin, tam bereks bizava azadiyê ya jinê bi xurtî bête destek kirin.
GIRÎNGIYA PARASTINA TIFAQA LI DIJÎ DAIŞ'Ê
Êrîşkariya DAIȘ'ê divê sist neyê girtin û ew tifaqa navxweyî ya berxwedêr ya dijî DAIȘ'ê pêkhatî, divêt bê parastin û hêj jî bê xurt kirin.
Hemî leşkerên dewletên dagirker (teybetî yên dewleta Tirk) yên li ser axa Kurdistanê hatine bicihkirin, divê di zûtirîn demê de paşde bêne hinartin û binkeyên wan bêne rakirin. Her pêwendiyek ligel dewletên dagîrker ku zerer li berjewendiyên beşekî din yê Kurdistanê dide, nayê qebûl kirin.
KNK PIŞTGIRIYÊ DIDE ŞEFAFKIRINA ABORIYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Samanên bin erd û dewlemendiya Kurdistanê, mal û milkê hemî xelkê Kurdistanê ye, ne mulkê kesî yan hizibekê ye. Li ser vê bingehê KNK piştgîriya dosya ya li dûvçûnê û şefafiyeta aborî yê li Başûrê Kurdistanê dike.
KAMPANYA JI NÛ VE AVAKIRINA BAJARÊN BAKUR Û PARASTINA ÊZIDIYAN
Kampanyaya ji bo ji nû ve avakirina bajêrên bakur, yên bi ber bombardumana leşker û polîsên dewleta Tirkiyeyê ketî, bi berfirehî bê destek kirin.
Gelê me yê Êzidî bi giştî û bi taybetî Șengal bi hemû karakterîstîkên xwe ve bêne parastin û ji bo azad kirina Êzidiyên di destê DAIȘê de xebateke xurt bê kirin.
Yêk ji xelkên mexdûrê Peymana Sykes-Picot jî hevqederên Kurdan, Asûrî-Suryanî-Kildanî ne. Di sedsaliya vê peymanê da divê hemû mafên wan bêne parastin û hebûn û azadiya wan ya li navçeyê bête garantî kirin.
JI BO PÊKHATINA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ DIVÊ BIRÊZ OCALAN DI ZÛTIRÎN DEMÊ DE BÊ BERDAN
Girtî hêlana serokê PKK'ê birêz Abdullah Ocalan, mezintirîn dijminahî ye li ser prosesa çareseriya pirsa Kurdistanê. Ji bo diyalog, muzakere û pêkanîna aştiya li navbeyna Kurdistanê û Tirkiyeyê divê zûtirîn demê da bê berdan.
Ji bo derxistina PKKê ji lîsteya terorê, divê kampaya û hewildanên navneteweyî bêne xurt kirin.
PIŞTGIRIYA JI BO PARLAMENTERÊN HDP'Ê
Dewleta Tirkiyeyê dixwaze mafê destnedanê yên parlementeriyê ya parlementerên HDPê betal bike û rê li ber girtina wan veke. Divê ev êrîşkariya dewleta Tirkiyeyê bi xurtî bê protesto kirin û piştevaniyeke germ ji bo parlementerên HDPê bête nîşan dan."