KNK’ê têkildarî hilbijartina Iraqê û Başûr daxuyanî da

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê ya 12’ê Gulanê li Başûrê Kurdistan û Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî encamên hilbijartinê en ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê ve hatîn  eşkere kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

“Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, di destpêkê de biryara hinde da ku li hember hilbijartinên Îraqê li başûrê Kurdistanê bê alî be. Ji ber ku başûrê Kurdistanê kiyanekê siyasî xwebirêveber heye. Daxwaz û hêviya me ew bû ku hilbijartin li başûr bê arîşe derbaz bibe û herweha hemû alî hewl  bidin beramber hikûmeta Îraqê ew ên ku dijberiya mafên neteweyî û demokratîyên xelkê Kurdistanê dikin, yek helwest û yek deng bin.

‘6 PARTIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ENCAM QEBÛL NEKIRIN’

Piştî ragehandina serencaman şeş 6 rêxistiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê  ji wan ( Goran, Komela Îslamî, Yekgirtiya Îslamî, Bizava Îslamî, Hevpeymanî ji bo demokrasî û dadperwerîyê û Partİya Şiî ya Kurdistanî.) li 17’ê Gulana 2018’an li ser astê parêzgeha Silêmanîyê nerazîbûna xwe nişan dan û serencaman bi rast û drust nizan in. Her wiha nûnerên wan her 6 alîyan li Hewlêrê jî civîyan û heman peyam ragihand. Lew li ser astê başûrê Kurdistanê bi giştî doxeke bê dengiyê li hember wan daxwaziyan xwiyaye û ew jî cihê diltengîyê ye.

Hevwelatiyên başûr bi taybetî û Kurdistanî bi giştî wê dizanin ku piştî buyerên 16’ê Cotmeha 2017’an rewş û doxeke ne seqamgîr, ne tebayî, tundutîjî û bê biryariyê ya li başûrê Kurdistanê didome. Hêvîyek hebû ku beşdarîya hêzên başûr di hilbijartinên seraserî yên Îraqê de bi curekî Kurdistanî ji hevdu nêzîk bike û di  rêya yek helwestî û yek dengî û planeke hevpar da wan qeyran û ziraran verevîne. Lê mixabin heta îro jî qeyran û kirîzên başûr hîn aloztir û kûrtir in.

Li ser vê rewşa li başûrê Kurdistanê KNK daxwaz ji hemû alîyên başûr bi taybetî û tev Kurdistana mezin dike ku bi giyan û riheke lêborîn û paşerojbînî û berjewendîya neteweyî û niştîmanîya berfireh bi hev re bikevne nava diyalogeke demokratîk û zelal û çarenivîshembêz.

Di vê holê de her cure çareserîyek, her ji dubare vavartin û hejmartina dengan û îtifaqeke dadperweriyane ku bi xêr û qezenca xelk û Kurdistanê be, ne tekekes û viyana partayetî berçav were girtin.

Niha ew dewletên Kurdistan dagîrkirine di nava kirîzên mezin de ne. Ew hewl didin ku xelkê Kurdistanê jî di xebata niştîmanperwerî- welatparêziya xwe dûr bixe û me bavêje nava kirîz û qeyranên xwe da. Ji ber vê yekê  bersiva drust a planên dagirkeran , tenê rêzgirtina yekîtiya neteweyî û ploralizma siyasî û her wiha li ser encamên proseya demokratîk.

Em pêwîste li başûrê Kurdistanê bikaribin rihûrîşe û sîoûrên hizbatîya berteng  û navçeperêsî derbaz bibin  heta ku başûr bibe kelheke xurt û bi hêz  û hêza xebata neteweyî û niştîmanîya Kurdistanê li dijî dagîrkeran. Bi taybetî ku di roja îro de hal û rewşa wan ber bi jêr de diçe. Hunerê şûre û gêrî û demokratîxwaziyê ew e ku bi çi awayî be nekevine nava ejindayên dagirkeran.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ji hemû hevwelatî, civaka Kurdistanî, grup û alîyên siyasî û tev rêxistiyên sivîl û rewşenbîrî yên başûr û Kurdistana mezin dixwaze û bang dike ku xwe ji zimanê ne siyasîyê zivir û birîndarker, li zimanê tundûtîjî û bi taybetî ji kar û kiryarên dirbeyî bi dûr bigrin. Berovajî vê doxa dijwara niha bikine ezmûneyek ji bo nîşandana dilpakî, serrastî û dilsozbûnê li hember xwîna pîroza neteweya me û jib o paşeroja Kurdistanê.

KNK , tekez dike ku pir girîng e peyama başûrî ji bo hevwelatiyên Îraqê û ji bo aliyên siyasî yên heyîn, peyama Aşitî, birayetî û rêzgirtin ji mafê mirov û serwerîya her kesekî be.

Piştî 3 sê heftiyên pêş, bakûrê Kurdistan û li Tirkiyê gelê me dikeve nava hilbijartinekê de. Bakurê Kurdistanê di bin zext û fişareke mezin û giran a hukmî nizamî û totalîtariya Erdogan û dewleta wî de ye, şert û mercên niştîmanî û neteweyî yên li başûrê Kurdistanê bersiva dirust bi rêveberîya ne dadperweriya Tirkiya yê dibe.

Di nava kirîz û qeyranên rojhilata navîn de gelekî girîng e, Em bi hev re Kurdistanê bikine mêrga aramî û seqamgîriyê û azadîxwaziyê. Ev kar bi îradeyeka siyasî  dikare berqerar be, ku berjewendiya niştîmanî berçav bête girtin.’’