KNK’ê sersaxî ji malbatên qûrbaniyên bûyera Saqizê re xwest

KNK’ê ji bo malbat û kesûkarên qûrbaniyên bûyera teqîna Saqizê peyameke sersaxiyê weşand.

Konseya rêveber a KNK’ê ji bo malbat û kesûkarên qûrbaniyên teqîna li bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê peyameke sersaxiyê weşand.

Ew bûyer di 5’ê vê mehê de li saloneke şahiyê ya li Saqizê di encama teqîna gaza xwezayî de qewimîbû. Ji ber wê gelek welatî miribûn û birîndar bûbûn.

KNK di peyama xwe de diyar kiribû ku bêxemiya rayedarên dewletê di mijara parastina ewlehiya canê welatiyan de bûye sedem ku bûyerên wiha bi êş biqewimin.

KNK di dawiya peyama xwe de dubare sersaxî ji Malbat û xizmên qurbaniyên bûyerê xwest û ji bo birîndaran jî hêviya xwe ya ji bo ku zûtir baş bibin anî ziman.