KNK'ê sersaxî ji malbata Goksûngûr û gelê Kurdistanê re xwest

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr peyamek weşand û j malbata Goksûngûr û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr peyamek weşand û j malbata Goksûngûr û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Peyama sersaxiyê bi vî rengî ye:

"Me vê sibehê bihîst ku welatparêz û têkoşerê Kurd, Birêz Îsmaîl Goksûngûr çûye ser dilovaniya xwe. Em bi vê xebera ne xweş gelek xemgîn û dilgiranin. Birêz Îsmaîl Goksûngûr temamê jiyana xwe li nav ref û rêzên hereketa azadiyê da derbas kir. Li gelek dem û dezgehên hereketa azadiyê  cihê girt. Dewrekî jî endametiya KNK ê kir. Wefata Îsmaîl ji bo me, ji bo gelê me, ji bo tevgera azadiyê, ji bo malbata Goksûngûr windabûyînek mezin e. Em ji Îsmaîl re rehmetê, ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, êş û azara malbatê, ya dost û hevalên wî parve dikin."