KNK'ê salvegera serketina Kobanê û têkbirina DAÎŞ'ê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê salvegera 5'an a rizgariya Kobanê pîroz kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 5'an a rizgariya Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek wşeand.

DEWLETA TIRK JI BO KURD BERZE BIKIN, DESTEKEKE MEZIN DA DAÎŞ'Ê

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kobanê çirûska destpêkê ya şoreşa Rojavaya Kurdistanê ku di 19'ê Tirmeha 2012'an de gava ewil a azadiyê avêtibû û hêzên rejima Şamê tesfiye kiribûn û îdareya bajêr hilgirtibû destê xwe. Kobanê yek ji Kantonên Rojavayê Kurdistanê ye ku di 27'ê Kanûna Paşîn ya 2014ê de îlana statûya kantonî hatibû kirin. Kobanê bi vê serhildêrî û berxwedana xwe bû hedefa dijminên dagirker. DAÎŞ a ku ji hevîrê nijadperestiya herêmê û cîhadîst pêkhatî, tehemula serketina Kurdistaniyan ya li rojavaya Kurdistanê nekir û êrîşê Kobanê kir. Hemû dagirkerên Kurdistanê ji vê êrişkariya DAÎŞ'ê memnûn bûn, lê piştevaniya herî xurt û eşkere ji dewleta Tirkiyeyê hat ji bo DAÎŞ'ê. Dewleta Tirkiyeyê da ku Kurd li 'Bakurê Sûriyeyê' berze bikin, destekeke mezin da DAÎŞ'ê. DAÎŞ a ku di cepheyên Til Koçerê, Til Xelef û deverên din da şkesteke mezin xwarî, bi wê kîn û nefretê êrîşa Kobanê kir."

'DAÎŞ'Ê DAGIRIYA KOBANÊ KIR ARMANCA SEREKE, KOBANIYAN JÎ BERXWEDAN KIRIN ARMANCA MAN Û NEMANÊ'

KNK'ê bi bîr xist, Kobaniya ku ji Îlona 2014'ê pê ve bi ber pêlên êrişa DAÎŞ'ê ketî, berxwedaneke mezin nîşan da û diyar kir, "DAÎŞ'ê dagiriya Kobanê ji bo xwe kire hedefa sereke. Lê Kobaniyan jî berxwedan û parastina Kobanê ji bo xwe kirine armanca man û nemanê. Kobaniyan di pêşengiya YPG û YPJ'ê de, berxedaneke mezin organîze kirin. Kobanê bû meydana cenga dijê wehşetê. Kurdan, Kurdistaniyan, navçeya rojhilatanavîn û dinyayê li ser vê rastiya Kobanê pozisyon wergirt.

KURD LI DORA KOBANÊ BÛN YEK

Kobanê, li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê. Kurd di hewildana parastina Kobanê de bûne yek. Ji bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê Hêzên Gerîlla, ji başûrê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge çûne hawara YPG-YPJ'ê û xelkê Kobanê. Ji seranserê Kurdistanê û meydanên diasporayê, bi sedan xelkê sivîl bi fedakariyeke bilind berê xwe dane Kobanê û mil bi milê Kobaniyan şerê parastina welêt kirin. Kobanê bû çeperê nîşandana welatperweriya Kurdistanê. Dinyaya humanîter û demokratîk bû heyranê berxwedana Kobaniyan û xelkê Kurdistanê û piştevaniyeke mezin û xurt nîşandan. Koalîsyona Navnaneteweyî ya Dijê DAIŞ'ê jî, destekeke mezin û xurt ya leşkerî û mirovî da Kobanê.

Kobanê bi vê pêla bilind û xurt ya tifaqa navxweyî û piştevaniya dinyaya demokratîk, di 26'ê Kanûna Paşîn a 2015'ê de, ji DAÎŞ a wehş û tarî hate rizgar kirin."

BERXWEDANA KOBANÊ BÛ DESTPÊKA TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana Kobanê, bû destpêka şkestin û têkçûna DAÎŞ'ê. DAÎŞ'ê, derba şkestinê ya yekemîn li Kobanê xwar. Piştî serketinê, hêzên ku Kobanî rizkarkirin, gav bi gav li pey DAÎŞ'ê ketin û paytexta wan (Reqa) jî di nav de, hemî dever ji wan hêzên tarî rizgarkirin. Çar sal piştî rizgarkirina Kobanê, di çaremîn salvegera rizkarkirinê de, DAIŞa reş jı gundê paşî jî hate derxistin û herêmbi temamî hate rizgarkirin. Niha di destê DAIŞê de ne bajar ne gund çi dever nemane. Ji bo mirovatiyê ev serkevtinek û zaferek mezine. Ev serketin ev zafer ya hêzên QSD'ê û hevkarên wan Hêzên Hevpeymanane. Em QSD'ê û hevkarên wê bi dilekî germ pîroz dikin.

PÎROZBAHIYA HER SÊ SERKETINAN

Di heman demê de niha salvegera hefteya damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye. Weke tê zanîn 21.01.2014'an de Kantona Cizîrê, 27.01.2014'an Kantona Kobanê û 29.01.2014'an Kantona Efrînê hatin damezrandin û îlankirin. Serketina Berxwedana Kobanê û têkbirina DAÎŞ'ê di heman heftey ê de pêk hat. Em niha 3 serketinan bi hev re pîroz dikin.

Ev serketin bi bedelekî mezin, bi keda hezaran şehîdên nemir û berxwedêrên leheng pêk hat. Em sêrî de şehîd û berxwedêrên Kobanê, Rojava û hemî Kurdistanê, bi rêz û hurmet bîr tînên û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Bi vê ve girêdayî em pêncemîn salvegera Serketina Berxwedana Kobanê, şeşemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê û têkbirina hêza reşûtarî DAÎŞ'ê, sêrî de li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serketinê dixwazin."