KNK'ê ji bo Ozgur Gundemê bang li saziyên navneteweyî kir
KNK'ê girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir, ku ji AKP û Erdogan re bêjin 'bisekine'.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Ozgur Gundem "dengê Kurdan û demokratan e" û hat bibîrxistin, ku bi salan kuştin, girtin û doz li ser rojnameyê û xebatkarên wê hatine ferzkirin.
ERDOGAN RÊWIYÊ HEMAN RÊYA ESAD Û SADDAM E'
KNK'ê da xuyakirin, ku kiryarên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê ne kêmî zext û îşkenceya salên 90'î ye û wiha dewam kir: "Ev pêkanînên Erdogan, ji yên Tansû Çîller û lîderê darbeya 12'ê Îlona 1980'ê Kenan Evren jî derbas kiriye. Erdogan rêwiyê rêya lîderên despotîk ên Rojhilata Navîn Esat û Saddam e. Di wê rêyê de her dimeşe."
KNK'ê girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kir û ev bang kir: "Em bang li saziyên çapemeniya azad, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hêzên pêwendîdar dikin ku ji Erdogan û hikûmeta wî re bêjin 'bisekine'."