KNK'ê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

KNK'ê sê şoreşgerên jin bi bîr anî û diyar kir, "Sê têkoşerên azadiya Kurdistanê li Parîsê hatin kuştin. Parîs deyndar e çinku nekarî sê şêrejin Kurdistanê biparêze. Serê Parîsê şor e çinku perdeya li ser vê komkujiyê ranake."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 7'an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li nava Parîsê, di Buroya Informasyona Kurdistanê da, sê jinên egîd, ji teref istixbarata dewleta Tirkiyeyê (MIT) ve hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sara (Sakîne Cansiz) yek ji damezrînerên PKK'ê û siyasetmedara jîr û têkoşer ya Kurdistanê, her weha endama KNK'ê. Rojbîn (Fîdan Dogan)  berpirsiyara karê derve ya KNKê li Parîsê û Ronahî (Leyla Şaylemez) têkoşera ciwan ya bizava azadiya Kurdistanê. Sê şoreşgerên doza Kurdistanê. Sê xebatkarên aktîv yên bizava jinên Kurdistanê. Sê jinên ku temamî jiyana xwe fedayî doza Kurdistanê kirî. Sê jinên bi fikir û pratîka xwe ve nimûne ku di ber doza Kurdistanê de canê xwe gorî kirin."

'KUŞTINA BI ZANAHÎ Û PLANKIRÎ'

KNK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk her sê jinên têkoşer bi zanahî û bi plan kirine hedefa xwe û kuştin û diyar kir, "Kuştina van şêrejinan hem ji aliyê kesayetî ve, hem ji aliyê demî ve, hem jî ji aliyê mekanî ve tesadufî nebû. Sê polîtîkerên aktîv yên bizava azadiya Kurdistanê û di ser de jî jin. Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da rola jinan gelek li pêş e û Sakîne di vê bizavê de sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasiyê da aktîv e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareseriyê ye ya ku ji teref Birêz Abdullah Öcalan ve hatiye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahiya kar û xebata dîplomasiya Kurdistanê ya li Parîsê. 

MIT'ê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van hersê şert û mercan de plan kir û kiryara xwe jî bi cih anî. Gelek bi plan bû çinku lolebkêşê xwe di nav midehekî dirêj de li nav civata Kurdên li Parîsê bi cih kiribû. Dewleta Tirkiyeyê bi vê operasyonê ve xwest insiyatîva bizava azadiyê ya Kurdistanê ya di destpêka prosesa çareseriyê da sabote bike, bişkêne. Hilbijartina Parîsê jî bi zanahî bû çinku Fransayê hem li başûr hem jî li rojavaya Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di dengvedana kuştina polîtîkerên jin yên doza Kurdistanê da bizava azadiyê ya Kurdistanê û bi giştî Kurdan tesbîteke rast û di cih de kirin û aşkera gotin ku dewleta Tirkiyeyê ji kuştina wan berpirsiyar e û bang li dewleta Fransayê kirin ku li ser vê adresê raweste û beramberî vê terora dewleta Tirkiyeyê ya li Parîsê pozisyoneke ciddî werbigire.

'FRANSAYÊ HÎN JÎ PERDEYA LI SER KIRYARÊ RANEKIRIYE'

Ji ser şehadeta van her sê têkoşeran hevt (7) sal derbaz bûn, lê hêj jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekiriye. Lolebkêşê kiryarê di hefsa Parîsê da mir, lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî lolebkêşê MITê, dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakire nav toza arşîvê. li ser daxwaza malbatan û terefê Kurd, herçend lêkolînekî nû hatibe despêkirin jî, lê heta niha kujer nehatine eşekerekirin û nehatine darezandin.

Lê belê alê Kurd ji serî pê ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestan û planê operasyona MIT'ê eşkere kirin. Herî dawiyê KCK'ê bi navê Sara Sakîneyê operasyoneke leşkerî li ser MIT'ê kir û du ajanên ku di nav çerxa MIT'ê de berpirsiyar girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd li Parîsê dane çapemeniyê. Ji belge û itirafên elemanên MITê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta Tirkiyeyê, hukûmeta Erdogan fermana vê kuştinê daye û MIT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine. 

Dewleta Fransayê spesifik di vê pirsê da di nav xeletiyeke mezin de ye. Istixbarata Fransayê, hukûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MIT'ê ev kiryar kiriye û dewleta Tirkiyeyê sûcdar e. Ev kiryar ji aliyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye, lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendiyên ekonomîk yên digel dewleta Tirkiyeyê, xwe nade ber ronkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkiyeyê ya li ser axa xwe.

Ji aliyê Kurdan ve kiryar ji hemû cepheyan ve ron û zelal e. Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agehdar û serwext kiriye. Ji pratîka van heft salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasiya xwe nîşan nade ku ev komkujî ji her alî ve bê ron kirin û dewleta Tirkiyeyê bê mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne.

JI BO MEŞA 11'Ê ÇILEYÊ YA LI PARÎSÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

KNK di salvegera heftemîn ya vê komkujiya sê polîtîkerên jin yên Kurd da, bi giringî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li gorî normên huqûq û demokrasiyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parîsê biryareke adil bide û dewleta Tirkiyeyê bê cizakirin.

Weke hersal bi munasbeta salvegera komkujiyê, gelê Kurd wê ji hemî welatên ewropa biherikin Parîsê û wê edaletê bixwazin. Em weke KNK bang li gelê xwe dikin ku ji hemî salan zêdetir, di roja 11.01.2020an de, li Parîs ê kom bibin û dengê xwe bighînin reya giştî ya Cihan ê.

KNK, carek din failên vê kiryarê ku rêveberên dewleta Tirkin, wan bi tundî şermezar û mehkum dike."