KNK'ê ji bo Îzeddîn Mûstafa Resûl peyama sersaxiyê weşand

KNK'ê ji ber wefata yek ji damezrînerên KNK'ê Prof. Îzeddîn Mûstafa Resûl sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya koça dawî ya rewşenbîrê Kurd Prof. Îzeddîn Mûstafa Resûl ku di 3'ê Cotmeha 2019'an de li Silêmaniyeyê jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate ragihandin, ku Îzeddîn Mûstafa Resûl yek ji damezrînerên KNK'ê bû û hate gotin, hem akademîsyen, rewşenbîr û wêjevanekî mezin ê Kurd bû, hem jî mamosteyekî bi helwest û kesayetekî dilsozê xebat û têkoşîna gelê xwebû.

Peyama KNK’ê ya sersaxiyê wiha ye; "Prof. Îzeddîn Mûstafa Resûl yek ji wan rewşenbîrên nadîr bû ku heya kêliya dawî ya jiyana xwe dilsozê têkoşîna neteweyî, wêjeyî û siyasî bû. Di heman demê de mamosteyê zanko bû, bi sedan xwendekar perwerde kir, pirtûk û nivîsên derbarê wêjeya Kurdî de weşand. Weke kesek akademîsyen jî endamê Desteya Damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû. Di kongreya yekemîn de jî weke serokê vê rêxistinê hate hilbijartin.

Di demeke wisa hesas û nazik de ya gelê Kurdistanê koçkirina kesayetek wî ziyaneke mezin ji bo wêje, rewşenbîrî û xebatên neteweyî yên gelê Kurdistanê.

Em; KNK sersaxî ji xwe, gelê Kurdsitanê, û xizm û dost û heval, wêjevan û nîvîskarên Kurd re dixwazin. Wê wêje û xebatên wî di dîroka wêje, rewşenbîrî û xebatên neteweyî de her timî hebin."