Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek der barê teqînên li Kerkûkê li hemberî Kurdan pêk hat û di encamê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan, da û êrîşan bi tundî şermezar kir. KNK’ê got: “Mîna li Parîsê hate xuyakirin, li Kerkûkê jî, êrîşa komkujiyê li dijî kesayetî, rêxistinî û saziyên gelê kurd têne lidarxistin. Bi vê mebestê em weke KNKê, êrîşa li Kerkûkê lanet dikin. Ji malbatên kuştî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”
KNK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Di van rojên ku êrîşên li dijî gelê Kurd de zêde bûne, li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê jî teqînek pêk hat û di encamê de gelek hemwelatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek hemwelatiyên kurd jî birîndar bûne.”
Daxuyaniya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha berdewam dike: “Di van rojên ku di şexsê Suriye de, şerê hêzên global ketiye qonaxeke metirsînî û tê xwestin ku, hêzên herêmê li ser dengeyên nû werin rûnandin, hêzên dagirkerên Kurdistanê, li dijî gelê kurd êrîşên komkujî pêktînin. Hêzên dagirker, di êrîşên faşîzan yên li dijî gelê kurd de sinoran, peymanên navneteweyî û huquqê gerdûnî jî nas nakin.
Di vê pêvajoya hassas û dîrokî de, li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd, di nava têkoşînek şoreşgerî de ye û li Rojhilata Navîn jî wek aktorê sereke derketiye holê. Ev serketina gelê kurd, li xiş û hesabê hêzên dagirker nayê. Lewma bi dijwarî êrîşî gelê kurd û nirxên gelê kurd dikin. Êrîşkeriyên terorane û faşîzan yên li dijî gelê kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pêk tên. Guman têde nîne ku êrîşa li Kerkûkê, di çarçoveya konsepta li dijî destketiyên gelê kurd e.
Mîna li Parîsê hate xuyakirin, li Kerkûkê jî, êrîşa komkujiyê li dijî kesayetî, rêxistinî û saziyên gelê kurd têne lidarxistin. Bi vê mebestê em weke KNKê, êrîşa li Kerkûkê lanet dikin. Ji malbatên kuştî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
Pêwiste tevahiya gelê Kurd, sazî û dezgehên civakî, hêz û partiyên siyasî, yên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi giyanê şoreşgerî û bi dilsoziya yekîtiya neteweyî, li dijî êrîşên hêzên dagirkerên Kurd û Kurdistanê, li dijî zihniyeta inkar û tunekirinê têkoşînê bikin. Ji bilî têkoşîna şorşegerî, tu riyên din li pêşiya gelê kurd nemane.
Em weke KNKê, di vê pêvajoya dîrokî de, ku êrîşên li dijî gelê kurd li her cih û warî zêde bûne, car din bang li hêzên siyasî yên kurd teva dikin ku ji bo Konferansa Neteweyî bi dilsozî haraket bikin. Pêwiste werê zanîn ku pêkanîna Konferansa Neteweyî tê wateya Kurdistana yekbûyî û gihiştina azadiya tevahiya gelê kurd û Kurdistanê.
Bi vê mebestê em careke din êrîşa komkujiya li Kerkûkê lanet dikin û ji malbatên kuştî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”