KNK: Divê Newroz bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya neteweyî

KNK'ê Newroz li Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û got, "Di vê qonaxa girîng a prosesa têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Newrozê peyameke nivîskî weşand û got, "Di dîroka gel û neteweyan de hin bûyer hene ku di encamê de dibin nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingeha têkoşîna li dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilm, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê."

KNK'ê diyar kir, Newroz bi sembola agir bûye ronahiya rêya rizgarî û azadiyê û destnîşan kir, ku gelê Kurd Newroz ji bo xwe kiriye sembola têkoşîn û serketinê, her wiha bi vê naveroka xwe ya şoreşgerî ve bûye cejna gelên Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser astengiyên hêzên dagirker û mêtînger ên li pêşiya Newrozê û hat gotin, "Dewleta Îranê digel ku Newrozê bi fermî pîroz dike jî, gava Kurdan pîroz dikir êrîş dikir û qedexe dikir. Rejîma Beasa Saddam jî her bi eynî metodî reftar dikir û nedihêla ku xelkê Kurd bi dilê xwe vê cejna xwe pîroz bike. Rejîma Beasa Esad jî her ev polîtîkaya dijminane didomand beramberî pîrozbahiyên Newrozê. Ji nav dewletên dagirker a herî zalim dewleta Tirkiyeyê bû beramberî Newrozê. Heta serê salên 2010'ê jî prangaya li ser Newrozê bi israr didomand dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê Newroz wekî cejna xelkê Tirk a ji Asya Navîn qebûl dikir, lê rê nedida ku Kurd pîroz bikin. Ji ber ku Kurdan, Kurdistaniyan Newroz li gorî naveroka wê ya bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikirin."

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir:

"Îro gelê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagirkeran çemandin ku îro êdî nikarin pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li başûr û rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tê pîroz kirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî her wekî çeper û sengera têkoşînê tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Yek ji xala girîng a naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar ên têkoşîna dijî dagirkeran de ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divê neyê bêxemkirin û zêdetir divê bê pêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê de dubendiyê nebînin.

Di vê qonaxa girîng a prosesa têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza sala 2017'an bibe çeperê yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezintir."