KNK: Di sala 100. de hikmê Sykes-Picot nema ye

Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Di sed saliya peymana Sykes-Picot de Kurd xwedî soz û îrade ne, xwedî hêz û şiyan in."

Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Di sed saliya peymana Sykes-Picot de Kurd xwedî soz û îrade ne, xwedî hêz û şiyan in."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 100 saliya Peymana Sykes-Picot de belgeyek bi serenavê "Di sed saliya Peymana Sykes-Picot de erkên Kurd û Kurdistaniyan" weşand. Di peyamê de hat ragihandin, Kurdistan axeke dewlemend e, bi xêr û bereket e û hat gotin, "Lewma jî operasyonên cerahî li ser bedena Kurdistanê hatine kirin û hêj jî têne kirin. Ji bo dagirkerên cîran û yên ji dûr hatî gelek calib bûye, hemûyan jî berjewendiyên xwe kirine esas, Kurdistan bi darê zorê di destê xwe da girtine û her hewildana xelkê Kurd a azadiyê jî bi xwînê tepisandine. Kurdistan di navbeyna dagirkeran de bûye meydana cengê. Gelek şer û peyman dîtine Kurdistanê. Kurdistanê yekparetiya cografyaya xwe ewil di şerê Osmaniyan û Safewiyan de bi Peymana Qesr-î Şirîn (1639) berze kiriye û bûye du parçe. Vê rewşê heta serê sedsala bîstan dom kir."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

Sedsala 20'an jî bo Kurd û Kurdistaniyan bi xêr û xweşî nebû. Ewil bi Peymana Sykes-Picot (1916), dûer Sevr (1920) û herî dawiyê jî bi Peymana Lozanê (1923) Kurdistan hate talan kirin, du parçeyî nema, kirine çar parçe û kolonîzasyoneke xedar li ser axa Kurdistanê hate tehkîm kirin.  Di şertên destpêka planê Sykes-Picot de Kurdistana di bin dagiriya du imparatoriyên mezin ên navçeyê, Osmanî û Farsan de bû û paşê jî bi destê Ingilîz û Fransiyan û bi rêya vê peymana kavil û wêranker an ku Peymana Sykes-Picot, li ser pişkeke din a axa Kurdistanê dewletên Ereb jî hatin çêkirin û bi vî rengî ew jî bûne baskê sêyemîn yê kolonyalîstiya li Kurdistanê. Helbet Rûsan jî ew rewş û pêşhatin ji bo xwe kirine firsend û ew jî bûne parçeyekî vî planê û ji Kafkasyayê ve heta Hekariya Kurdistan dagir kirin. 

Di eslê xwe de ev Peymana Sykes-Picot her di destpêkê da xuya bû ku wê peymaneke jî (emir) dirêj nebe û di nav wan şert û mercên şerê cîhanê yê I. de bin nagire û wisa jî lêhat. Peymana Sykes-Picot esasen dizayna serê sedsala bîstan ya rojhilatanavîn e ji teref "cîhana rojavayê" ve ye. Hingê hêj Amerîka lawaz bû û patroniya van polîtîkayan hem ji aliyê mejî ve hem jî ji aliyê realîze kirina pratîk ve Ingilîzan dikir. Fransiyan jî di parastina berjewendiyên xwe de Ingilîz didane zorê. Di vê rikeberiyê de berjewendiyên Ingilîz û Fransiyan gihiştin hev û planê lêkvekirina rojhilatanavîn bi hev re dane destpêkirin. Helbet Amerîka aktorê sereke nebû lê piştevaniya baskê Ingilîz û Fransiyan dikir.

Di encam de planê ku bi navê Ingilîzan Sir Mark Sykes û bi navê Fransiyan jî Francois Georges-Picot danayî li gorî dilê wan jî neçû serî. Ber bi dawiya şerê cîhanê yê I. û pêkhatina Sovyetan, Rûs paşve vekişiyan. Avakerên Komara Tirkiyeyê ya nû di wê rewşê da Ingilîz û Fransî û tifaqdarên wan dane zorê û li gorî wan şertan, bi desteka Sovyetan û bi hezar dek û dolabên li ser xelkê Kurd encameke kêm zêde bi dilê xwe bi dest ve anîn. Piştî vê rûdanê hem Peymana Sykes-Picot hem jî Peymana Sevrê li golî dilê Ingilîz û Fransiyan û tifaqdarên wan encam neda, şertên mandatiya wan a li navçeyê jî dirêj nekêşa, lê di hilweşandina Imparatoriya Osmanî û çêkirina dewletên Erebî de gihiştin xweziya xwe. Paşê bi Peymana Lozanê parve kirina Kurdistanê formekî dî wergirt û Kurdistan bû çar parçe û digel Tirkiye û Îranê, Iraq û Sûriye jî bûne kolonîzatorên Kurdistanê. Herwisa di dawiya şerê cîhanê yê II. de rewşên nû derketin meydanê û balansa polîtik a rojhilatanavîn bi rengekî din rû da. Di van prosesan da Rûsya û paşê jî Sovyet hebû. Sovyetan piştevaniya avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê kirin lê belê piştî encama şerê cîhanê yê II. li gorî berjewendiyên xwe dîsa paşve vekişiyan, pozisyonên nû derketin pêş û mixabin di nava wan leystik û entrîkayan de dawiya Komara Kurdistanê ya Mehabadê di demekî gelek kurt da û gelek trajîk hat.

Dîrok bi heman şert û mercan dubare nabe helbet. Lê aktorên veguherîna rojhilatanavîn yên serê sedsala bîstan îro jî di çarêka ewil a sedsala bîst û yêkê da dîsa di sehneyê de ne. Tenê rola sereke ya Ingilîzan û Amerîkayê cih guheriye. Duhî Ingilîz li serê meydanê bûn, îro Amerîka li serê meydanê ye, lê Ingilîz dîsa hene çawa ku berê jî Amerîkayî hebûn. Rûsyayê dîsa bejna xwe nîşan da ye û yekser hem jî bi hêza xwe ya leşkerî ve di nav prosesê da ye. Cîhana Rojavayê bi pêşengiya Amerîkayê îro jî dixwaze li gorî berjewendiyên xwe bi formateke nû rojhilatanavîn dîzayn bike. Ev pêrabûna wan duhî hêsantir bû lê îro zehmettir e. Dînamîkên civata Rojhilatanavîn hatine guhertin û vê yekê balansa navçeyê jî serûbin kiriye. 

Duhî Kurd û Kurdîstanî ne aktor bûn, bê hêz û bê rêxistinî bûn, belê îro bi hêz û bi rêxistinî ne, aktor in û hem jî yên bingehînin û temsîla azadî, aştî, wekhevî, demokrasî û pêşketinê dikin. Di veguherîna Iraqê de Kurd bûne xwedî rol û seng û li encama vê yêkê jî di nav Iraqa Federal da fermiyen bûne xwedî statû. Niha jî di veguhorîna Sûriyeyê da dîsa Kurd û hevqederên xwe yên Kurdistanî xwedî rol û giranahî ne û 'de facto' bûyîne xwedî statû, lê ji ber ku hêj Sûriyeyê rengekî nû ne standiye, lewma ev statûya heyî 'fermiyet' wernegirtiye belê bi navê kantonan meşrûiyet heye. Niha jî bi biryareke xurt avakirina statûya federal danîne pêşiya xwe.

Hewildan bi hesab û kitabên Cîhana Rojavayê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê û hindek dewletên din ên navçeyê ve didomin. Vekêşkanêyeke bêtixûb tê kirin li ser formê nû yê Sûriyeyê. Di vê çarçoveyê da dewletên kolonyalîst ên Kurdistanê hêj jî timamî manewraya xwe li ser bêmafiya Kurdan dikin û gelek bi israr dixwazin statûkoya li serê sedsala bîstan pêkhatî bidome. Bexda hêj jî tehemmula hebûna statûya Herêma Kurdistanê di nav xwe da nake. Herwisa Şam gelek nerazî ye ku Kurd li ser erdê xwe bûne xwedî desthilat. Tehran û Enqere hindî ji destê wan tê dixwazin li milekê hem statûya başûr û rojavayê Kurdistanê têk biçe û heke neçû jî asteng bikin, tixûban lê teng bikin û rê li ber xweseriyeke kamil bigirin û herweha firsetê nedin ku ji bo "nava wan" jî an ku bakur û rojhilatê Kurdistanê bibine modelekî nû. 

Di vê dema nû de Kurd herwisa bi hêz in, li îradeya xwe xwedî derdikevin û hem li Rojhilatanavîn hem jî li zemîna navneteweyî meydanê bo dagirkeran nahêlin ku hespê xwe li gorî dilê xwe bibezînin.

Kurdan bi derketina vê rewşa nû, avabûna statûyên başûr û rojavayê û herwisa bilindbûna têkoşîna azadiyê li rojhilat û bakur êdî zihniyet û hewildanên "Sykes-Picot"î bijbelav kirine, bêyî hikum hiştine. Di sed saliya vê peymana bêyûm a Sykes-Picot da Kurd xwedî soz û îrade ne, xwedî hêz û şiyan in. 

Lê belê, yek kêmasî û qusûra Kurdan heye ku ew jî di van şertên nû yên gihiştî de, ji tifaqeke navxweyî ya ku tê xwestin û hêvî kirin dûr in. Di rikeberiya li nav aktorên cîhanî û navçeyî û herwisa dewletên dagirker ên Kurdistanê de mixabin ku ev bêtifaqiya navxweyî bizava manewrayê ya Kurdan qels dike.

Di sed saliya peymana Sykes-Picot de, ku îro hemû peymanên parçe kirina Kurdistanê ji teref Kurdan ve hatine pûç kirin, divê formekî nû bê dan ji bo rojhilatanavîn ku ew jî bêyî qebûl kirina mafên Kurdan qet ne mumkun e. Kurd û Kurdîstanî di standina mafên xwe yên xwezayî de gelek bi biryar in û vê yekê eslen nakine behsa munaqeşeyê jî. Lê belê, di konjonktura heyî da hindî ji wan tê rasyonel hereket dikin û dixwazin bi diyalogê û li ser zemînê heqaniyetê digel hevrikên xwe reng û rûyekê bidine xwastekên xwe û çarenivîsa xwe li gorî şert û mercên îro heyî bi rizaya xwe diyar bikin. Kurd herwisa digel hevqederên xwe yên Kurdistanî dixwazin statûya xwe bi destê xwe kivş bikin. Formatên statûyan ji hev cuda ne û gelek in. Giring ew e ku Kurd û Kurdîstanî xwudanê çarenivîsa xwe ne û tinê ew dikarin çarçoveya vê çarenivîsê diyar bikin û bi nav bikin.

Di sed saliya Peymana Sykes-Picot de karê lezgîn û pêdivî yê Kurdan û hevqederên wan yên Kurdistanî ew e ku her bi çi rengî be rêyeke yêkbûna navxweyî peyda bikin. Formekî ku yêkîtiya demokratîk a navxweyî îfade dike bibînin û di pratîkê da realîze bikin. Her hewildan û pêkanîna tifaqa navxweyî wê berpêyên dagirkeran teng bike, lê gihiştina rizgarî û azadiyê dê hêsantir bike, hedefê nêzîktir bike.

Di van şertên îro de, ku ne tinê hikmê Peymana Sykes-Picot herwisa yê Peymana Lozanê jî nemayî, imkanên pêkanîna tifaqa navxweyî bi zêdehî ve gihiştî ne û eve dê prosesa bi destxistina statûya Kurdistanê jî tayîn bike. 

Hebûna du statûyên li başûr û rojavayê Kurdistanê zemînê cografî yê yekîtiya navxweyî amade dike. Bi diyalog û gotûbêja navxweyî peyda kirina formekî nû yê yekîtiya başûr û rojavayê Kurdistanê mumkun e û divê Kurd û Kurdistanî vê mijarê bikine serê rojeva xwe.

KNK di sed saliya Peymana Sykes-Picot de, ku ev zihniyet û pratîk îro bi têkoşîna dînamîkên navxweyî hatiye pûç kirin, prosesa vehûnandina yekîtiya navxweyî erkekî neteweyî û niştimanî dibîne û daxwazê ji hemû hêz û kesayetên neteweyî û niştimanî dike ku rola xwe ya çêker bi aktîvî bileyizin. Kurd îro gihiştine wê hişyarî, hêz û şiyanê ku êdî emeliyatên birandinê yên li ser bedena xwe qebûl nekin û li qedera xwe û ruh û bedena xwe an ku welatê xwe xwedî derkevin. 

Serê sedsala bîstan hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe form dane Rojhilatanavîn ku Kurd jê bêpar man. Belê îro li sedsala bîst û yekê di formdayîneke nû ya Rojhilatanavîn de Kurd û hevqederên xwe bi bizav û têkoşîneke mezin a vejînê bûyîne xwedî hêz û îrade û di pêkanîna Rojhilatanavîneke nû da Kurdistan divêt mutleq bigihê statûyeke bi dilê xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan. Ev di destê me bi xwe de ye. Alternatîfa vê sedsala bîst û yekê li beramberî peymanên xirabker ên serê sedsala bîstan yên wekî Sykes-Picot, Sevr û Lozanê, peymana navxweyî ya Kurdan û Kurdistaniyan bi xwe ye û ew jî yekîtiya mezin ya Kurd û Kurdistaniyan e. Statûkoya bi peymanên Sykes-Picot, Sevr û Lozanê çêbûyî îro divêt nemîne. Kurd û Kurdistaniyên yêkbûyî dikarin beramberî aktorên navçeyî û navneteweyî xwestekên xwe bidin qebûl kirin û encameke bi dilê xwe derêxin meydanê û bi vî rengî statûkoya ji serê sedsala bîstan were hatiye ferz kirin berteref bikin. Destkevt bi vî awayî dikarin bêne zêdetir û mezintir kirin û parastin, ku îro konjonktur û meyla cîhana demokratîk di lehê Kurdan da ye û eve firseteke xêrdar e. 

Kurd û Kurdistanî, ji bo vê armancê divêt bi enerjiyeke mezintir û xurttir û bi hev ra di nav kar û xebatê da bin.

Di navbera Iraq û Surî da tixûb (sînor) nemane. Di heman demê de di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê da jî tixûb nemane. Li her du aliyan jî deshilata hêzên Kurdistanî heye. Kurd ne mecbûr in van tixûban biparêzin û di nava xwe de tixûban bihêlin. Pêwîste tixûbê (sînor) navbera Başûr û Rojava bê awayekî fîîlî bê rakirin. Bi vî rengî du parçeyên Kurdistanê bibin yek. Di sedsaliya Peymana Sykes-Picot da, KNK di serî de bang li rêveberiyên Başûr û Rojava, li hemî hêz, rêxistin û Gelê Kurdistanê dike ku vê mijarê hildin rojeva xwe û statûkoya bi Peymana Sykes-Picot li Kurdistanê hatî avakirin, ji holê rakin. Pêwîste ev mijar weke mijareke sereke, di rojeva hemî dem û dezgehên Kurdistanî û Gelê Kurdistanê de be."