Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Welatê me Kurdistan, tekane cih e ku ji çar aliyan ve ketiye nav agirbarana dagirkeriyê. Kurdistan, her weha tekane cih e ku lê, bi dehan komên çete û terorîst ên ne nîzamî, di bin navê cuda cuda de, li dijî xebata azadîxwaz a wê hatine avakirin. Welatê me, tekane welat e jî ku di astek wesa bê perwa de, bûye hedefa kevneperestiyeke mezhebî û hovîtiya dagirkeriyê."
KNK'ê diyar kir, ku têkoşîna Kurdistaniyan a li dijî rejîmên Iraq, Îran, Sûriye û Tiriyeyê cihê şanazî û serbilindiyê ye û destnîşan kir, ku li ser hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistanî ferz e, ku gelek kêmtir bi hizra partîgerî, herêmgerî û demkî tevbigerin. Hizra me, divê Kurdistanî, seranserî û stratejîk be.
Konseya Rêvber a KNK'ê ragihand, ku êrîşên dagirkeran ên li dijî gelê Kurdistanê, ti sînorên cîrantî, dîrokî, exlaqî, dîplomasî û siyasî nasnakin û wiha dewam kir: "Armanca wan, jinavbirina navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de ye. Lewra, divê em Kurdistanî, yekdeng û yekcebhe, li hember dagirkeran rawestin. Ji bo em karibin destketiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêzin û rê li êrîşên hovane yên dagirkeran li ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bigrin, divê em di zûtirîn dem de, artêşek hevbeş a Kurdistanî ava bikin, ku hemû sînorên partîgerî, herêmgerî û parçegeriyê bişkîne."
Di daxuyaniyê de hat destnîşanikrin, ku dagirker ne çar in, lê yek in û wiha hat gotin, "Em hemû dizanin û dibînin; dema ew dixwazin çavê gelê Kurd bişkînin û êrişî Kurdistanê dikin, nabêjin ev parçe, yan ew parçe. Ji bo wan, ferqa Behdînan, Soran, Germiyan, Botan, Şikak, Hewraman, Yarsan, Êzdî, Elewî, sosyalîst, lîberal û her weha nîne. Ew li dijî hemû gelê Kurdistanê ne û dixwazin axa Kurdistanê, bi dagirkerî di destê xwe de bihêlin."
KNK'ê destnîşan kir, ku bersiva rast a Kurdistaniyan jî, divê tenê ev be: Dagirker ji axa Kurdistanê derkevin û got, "Hewldana Kurdistaniyan a ji bo damezrandina sîstemek demokratîk, laik-sekular, pluralist û pêşketî, hemû kevneperestên herêmê hejandine. Wan ji zû de biryara xwe dane, ku bi her awayî, li dijî serxwebûn û hemû mafê xelkê Kurdistanê û mafê wan ê çarenûsî bin. Divê em Kurdistanî jî, di heman astê de bersiva wan bidin.
Ew jî, bi yekkirina hêza parastinê ya Kurdistanê, avakirina artêşek hevgirtî, sazkirina fermandariyek parastinê ya hevbeş, û bi vî awayî; sûdgirtina ji zîrekî û hêza gelê me, ku her dem, bi sedhezaran ciwanên wî, keç û jinên wî yên serbilind û berxwedêr, amade ne, fedayîyane di sengerên şer de parastina axa xwe bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Kongra Neteweyî ya Kurdistanê, ji hemû takekesên Kurd dixwaze, bi vê hestê tevbigerin, di nav xwe de aram û çêker bin, diyalogek niştimanî û zimanekî siyasî yî ciddî bi kar bînin û derfetê nedin, ku dem û hêza me ya niştimanî, bi nîqaş û rojevên bê wate, vala biçe. Divê em rêzê li hemû têkoşer û şêwazên hevûdin ên têkoşînê bigrin. Kurdistan welatê me hemûyan e!
Li ser vî esasî, em dixwazin; hûn hemû daxwaza damezrandina artêş û fermandariyek hevbeş a Kurdistanî bikin û vê daxwazê bixin rojeva xwe. Temenê dagirkeriyê li Kurdistanê ber bi kurtbûnê ve diçe. Em ê bi artêşek hevbeş û hevgirtî karibin dagirkeran bişkînin û cîhan jî rêza ku gelê me layîq e, wê nîşan bide."