KNK: Bila NY, hikumetên Hewlêr û Bexdayê li êrîşa Mexmûrê bikolin

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir, bang li NY’yê û Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê kir bi berfirehî li êrîşa li ser Mexmûrê bikolin.

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê kir bi berfirehî li êrîşa li ser Mexmûrê bikolin û tevdîrên hewce bistînin. KNK’ê her wiha bang li gelê Kurdistanê kir û got,’’ KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku di vê demê de da li xwe û welatê xwe xwedan derkevin, beramberî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin û di nav xwe da bi tifaq bin ku rê li ber ajawekarîya dijminan bigirin.’’

Daxuyaniya KNK’ê ya derbarê êrîşa bi ser Kamap Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) de wiha ye:

DEWLETA TIRK EV KAMP JI BO XWE KIRIYE ARMANC

Duh êvarî êrîşeke fûzeyî bi ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê de hat. Li gorî daxuyanîya Meclisa Kampa Mexmûrê şehîd û birîndar hene.

Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji dawîya sala 1990’an ve di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û nêzîkî 13.000 kes lê dijîn. Xelkê xwecih dema ku hatine Mexmûrê ne cihek, ne starek nebû ku lê bimînin. Dema ku hatine di betena girê hindava bajêrkê Mexmûrê da, li çoleke bê av û derav, li cihekî beyar û kox û zuha, di nav kana mar û dûpişkan da wehayek, warekî şîn û şên ava kirin. Bi keda destên xwe, bi xwêdana enîya xwe ew betena pişta Mexmûrê adeta kirine bax, baxçe û bîstan. Kampa Mexmûrê ji bajêrkê sedan salî yê Mexmûrê zêdetir şîn û avadan kirin.

Xelkê kampê di nav xwe da organîze bû, jiyana bi hezaran astengî û gir û giriftarîyan bo xwe kirine cihê manê. Îdareyeke xwe bi xwe organîze kirin. Beledîye, meclis, kom û komele ava kirin, dem û dezgehên perwerdeyê çêkirin, xestexane ava kirin, ji bo asayiş û ewlekarîya xwe karê lazim kirin, çi pêdivîyên jîyanê hebin hemû temîn kirin, jîyana xwe îdame kirin û wargeha xwe kirine kampeke nimûne.

Dewleta Tirkîyeyê ew kamp bo xwe kire armanc û di her keysî da xwest ku wê kampê bide belav kirin û dawîyê li hebûna wê bîne. Ji bo vê yêkê çi ji destê wê hat kir. Lê her carê jî şkestin û negihiştin xwezîya xwe. Xelkê kampê berxwedaneke xurt nîşan dan û wargeha xwe kirine cihê jiyaneke nû ku pê serbilind bin û herwisa xelkê me jî pê serfiraz be.

Herî dawîyê, li havîna 2014’ê kamp bû hedefa DAÎŞ a xwînxwar jî. DAÎŞ’ê xwest kampê serûbin bike. Lê xelkê kampê bi desteka hêzên HPG û YJA-STAR’ê, berxwedaneke dîrokî nîşan dan û ew êrişa kevneperestên cîhadîst di demekî kurt da tarûmar kirin.

CARA PÊŞÎ YE KU ÇEKEKE WIHA XEDAR BI SER KAMPÊ DE TÊ AVÊTIN

Duhî jî fûzeyek bi kampê ket. Ewil car e ku sîleheke hinde xedar ji hewayî ve tê avêtin bi ser kampê de. Ev niyeteke qirkirinê ye. Ev êriş divê sivik neyê dîtin. Hukûmeta Bexdayê piştî referanduma 25’ê Îlonê ya li Herêma Kurdistanê digel dewletên Tirkîye û Îranê kete nav tifaqeke bêyom û gelek manewrayên leşkerî bi hev re kirin ku xelkê Kurdistanê tehdît bikin. Di nav vê rewşê da trafîka hewayî ev e demekî dirêj e ku ji teref hukûmeta Bexdayê ve hatîye sekinandin. Esmanê Iraqê û Kurdistana Federal di bin kontrola hukûmeta Bexdayê da ye. Ev êriş xuyaye ji teref merkezeke ku beramberî xwecihên kampê kîn û nefret heyî hatîye kirin. Ew merkeza kîndar û dijminê wargehê, eşkereye dewleta Tirk e. Di serî da hukûmeta Bexdayê ji ewlekarîya wargehê berpirsiyar e û divê di vî warî da beyanateke zelal û tetmînkar bide ka ev êriş ji kîjan alî ve hatîye kirin.

DIVÊ NY LI BÛYERÊ BIKOLE

Herwiha wargeha Şehîd Rostem Cûdî ya Mexmûrê, di bin çavdêrî, ewlekarî û îdareya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Divê NY, vê bûyerê lêkolîn bike, rastîyê derxe holê û ji bo parastinê wargehê tedbîrên pêwîst bigri.

Em KNK gelek bi xurtî vê êrişê protesto dikin û daxwazê ji hukûmeta Bexdayê, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û herwiha ji hukûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê ron bikin û tedbîrên parastina xelkê wargehê werbigirin.

DIVÊ HERÊMA KURDISANÊ LÊKOLÎNEKE BERFIREH BIKE

Tecrubeya salan nîşan daye ku ji pişt van tarz êrişan dewletên dagîrker yên Kurdistanê derdikevin. Lewma erk dikeve ser milê rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî ku lêkolîneke berfireh bide kirin. Di van demên krîtîk û hessas da dijminên Kurdistanê dixwazin li Kurdistanê provakasyona bikin ku hem derbê li xelkê me bidin, krîz û kaosê derêxin hem jî di navbeyna Kurdan da agirê arêşe û dijberîyê hilkin û fitnekarîyê bikin.

DEMA YEKGIRTINÊ YE

KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku di vê demê da li xwe û welatê xwe xwedan derkevin, beramberî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin û di nav xwe da bi tifaq bin ku rê li ber ajawekarîya dijminan bigirin.

Dem demê hevgirtin û yêkîtîyê ye. Xelkê me divêt di hawara xwe da bin û bi her awayî hevkarî û piştevanîya hevdu bikin.

KNK carek din vê êrîşê û êrîşkaran bi tundî şermezar dike, sersaxîyê dide binemalên şehîdan, xelkê wargeha Şehîd Rostem Cûdî û hemû xelkê Kurdistanê û herweha ji bo birîndaran jî şifaya xêrê daxwaz dike.