KNK: Bi ruhê berxwedana Efrînê Cejna Newrozê pîroz be

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir. KNK’ê di daxuyaniyê de got ku, “Wezîfeya me hemûyan e ku em dijmin ji Efrînê derxin û carek din heykelê Kawa li wê qadê deynin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir. KNK’ê diyar kir ku divê Kurd bi ruhê berxwedana Efrînê cejna Newrozê pîroz bikin û got “Wezîfeya me hemûyan e ku em dijmin ji Efrînê derxin û carek din heykelê Kawa li wê qadê deynin.”

Daxuyaniya KNK’ê wisa ye:

“Di dîroka xelk û neteweyan da hinek bûyer hene ku di encama xwe da dibin nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzmê û bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê.

Di vê pêvajoya dirêj ya têkoşînê da xelkên bindest her destkeft ji bo xwe kirine qazancek û bi sembolekê kirine şahî. Newroz bi sembola agirî bûye ronahiya rêya rizgarî û azadiyê. Newroza ku xelkê Kurd bo xwe kiriye sembola têkoşîn û serkeftinê her wisa bi vê naveroka xwe ya şoreşgerî ve bûye cejna xelkên Rojhilata Navîn jî.

Serdestan her daîm cejnên ku bi naverok û sembolên xwe ve bûyîne hawara xelk û çînên bindest qedexe kirine, qeyd û bend li ser danîne û yên ku ev cejn pîroz kirî jî, dijmin û xayîn îlan kirine.

Dewleta Îranê digel ku Newrozê fermiyen pîroz dike, lê gava Kurd weke bîr û têgihiştina xwe pîroz dikir êriş dikir û qedexe dikir û îro jî ev polîtîka rejîma Îranê berdewam e. Rejima Beasa Seddam jî her bi eynî metodî reftar dikir û nedihêla ku xelkê Kurd bi dilê xwe vê cejna xwe pîroz bike. Rejîma Beasa Esad jî her ev polîtîkaya dijminane didomand beramberî pîrozbahiyên Newrozê. Ji nav dewletên dagîrker ya herî zalim dewleta Tirkiyeyê bû beramberî Newrozê. Heta serê salên 2010’ê jî prangaya li ser Newrozê bi israr didomand dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê Newroz wekî cejna xelkê Tirk ya ji Asyaya Navîn qebûl dikir, lê rê nedida ku Kurd pîroz bikin. Ji ber ku Kurdan, Kurdistaniyan Newroz li gorî naveroka wê ya bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikirin.

Îro xelkê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagîrkeran çemandin ku îro êdî nikarîn pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li başûr û rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tê pîroz kirin. Li rojhilat û bakura Kurdistanê jî herwekî çeper û sengera têkoşînê tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Em îsal jî cejana Newrozê di bin êrîşên dagirkeran de pêşwazî dikin. Ev du meh in ku dewleta Tirk bi hemî hêza xwe û bi hevkariya çeteyên El Nusra û DAIŞê, êrîşê Efrînê dike. Piraniya wan jin û zarok sivîlan qetil dike, gund û bajaran wêran û talan dike. Li hember vê êrîşa xwînxwar hêzên YPG-YPJ-QSD’ê û gelê Efrînê berxwedaneke bê hempa dike. Newroza îsal Newroza xwedî derketina berxwedana Efrînê ye. Berxwedêr û şervanên Efrînê Kawayê serdemê ne. Divê li seranserê Kurdistanê, li her cih û deverî Newroz bi rihê berxwedana Efrînê bê pêşwazîkirin û bê pîrozkirin. Dijmin dema kete bajarê Efrînê di sêrî de heykelê Kawa hilweşandin. Divê her Kurd vê kînê bibîne û rastiya dijmin nas bike. Wezîfeya me hemûyan e ku em dijmin ji Efrînê derxin û carek din heykelê Kawa li wê qadê deynin.

Yek ji xala girîng ya naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî dagîrkeran da ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divêt neyê bêxem kirin û zêdetir divêt bête pêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê da dubendiyê nebînin.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da agirê Newrozê divêt bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkîtiya xelk û neteweyê Kurdistanê.

Bila Newroza vê salê ya 2018’ ê bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.”