KNK bang kir ku hemû hêzên Kurdistanê ji bo çareseriyê bixebitin
KNK’ê têkildarî êrîşa bi ser Şengalê de daxuyaniye nivîskî da û bang kir ku hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd ji bo çareseriyê tevbigerin.
KNK’ê têkildarî êrîşa bi ser Şengalê de daxuyaniye nivîskî da û bang kir ku hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd ji bo çareseriyê tevbigerin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî êrîşa bi ser Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku hemû hêzên Kurdistanî ji bo çareseriyê tevbigerin. Di daxuayniyê de hate gotin, ‘Ev şer û alozî wê bibe sedema lewazkirina şerê li hemberî DAIŞ’ê û hemî dagirkerên Kurdistanê’’
Daxuyaniya KNK’ê ya têkildarî êrîşa bi ser Şengalê de wiha ye:
‘EV REWŞ Lİ DIJÎ BERJEWENDIYÊN GELÊ KURDISTANÊ YE’
Duh hinek hêzên girêdayî PDKê çûne herêma Şingalê û xwestin bikevîn bajorêkê Xanesor ê. Li ser vê yekê alozî derketin û vê sibehê jî di navbera wan hêzan û hêzên YBŞ ê da şer dest pê kir. Çi sedem û mecbûrîyetên berbiçav tunebûn ku di vê demê de ev bûyer rûbidin. Ev bûyer piştî serdana Birêz Mesut Barzanî ya Enqerê çêbûn û ev jî gumanan tîne holê. Em û reya giştî ya Kurdistanê bi vê rewşê dilgiranin û xemgînin. Ev rewş dijî berjewendîyên gelê Kurdistanê ye û em vê rewşê qebûl nakin. Xanasor û derdorên wê herêmên gelê me yên Êzidî ne. Ji karesata Şingalê û heta niha birînên vî gelî nehatine dermankirin. Piranîyan wan heta niha jî venegerîne ser axa xwe. Ev şer û alozî wê bibe sebebê karasetakê û koçberîyeke dî. Ev rewş dikari bibe bingeha şerekî birakujî ku me weke gel gelek êş û azar ji şerên birakujî dîtine. Ev şer û alozî wê bibe sedema lewazkirina şerê li hemberî DAIŞ’ê û hemî dagirkerên Kurdistanê.
BANG
Ev rewş yekîtîya gelê me têk dibe û tenê dilê dijminan xweş dike. Pêwîste di zûtirîn demê de ev şer û alozî bê rawestandin û hemî nakokî bi riyên diyalogê bêne çareserkirin.Banga KNKê eve: 1- Pêwîste demildest şer bê rawestan. 2. Hemî hêzên çekdar bizivîrin baregehên xwe yên pêşîya 01.03.2017an. 3. Jibo çareserkirina nakokîyan diyalog bê destpêkirin.Herwiha em bang li hemî partî, hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê dikin û dibêjin herkes ji alê xwe ve jibo çareserîya vê nakokîyê hewl bidin û bikevin nava tevgerê."