KNK: Şoreşa Rojava di salvegera 6. de bi awayekî serketî didome

KNK'ê salvegera 6. a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf, di şeşemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike.

Desteya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 6'an a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir, peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gava pêşî li Kobanê hate avêtin û piştî azadkirina Kobanê, pêngav bi azadkirina Dêrik û Efrînê berfireh bû û gav bi gav li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû.

KNK'ê destnîşan kir ku ev pêşveçûn û Şoreşa Rojava berdewam e û diyar kir, li gel vê yekê êrîşên li ser Rojava û bi giştî Bakurê Sûriyeyê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî dewam dikin.

ŞERÊ AZADIYÊ Û TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ BI DILSOZÎ DEWAM DIKE

KNK'ê bi bîr xist ku dewleta Tirk, bi erêkirina Rûsyayê û çavlêgirtina hêzên din ên navneteweyî, serê vê salê êrîşê Efrînê kir û dagir kir. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li herêma Efrînê gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bê hempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û tehdîtên xwe berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi her awayî êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e."

Desteya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan bi pêş ve hatiye xistin û got, "Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayin. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî."

ŞOREŞA ROJAVA BI SÎSTEMA XWE YA XWESER Û DEMOKRATÎK BÛ MÎNAK

KNK'ê diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê di warê parastin û lehengiyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser û nêzîkatiya demokratîk a li hemû gel û baweriyan bûye mînak û wiha dewam kir: "Bi taybetî li hember sîstemên herêmê yên kevn û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jina azad, bûye mînakek cîhanî û bala tevahiya cîhanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava de kete rojeva cîhanê û bi baldarî tê şopandin."

Di dawiya daxuyaniyê de KNK'ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf, di şeşemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike.

KNK'ê şeşemîn salvegera Şoreşa Rojava li şervanên azadiyê û gelê Kurdistanê pîroz kir, di şexsê şehîdên Rojava de hemû şehîdên Kurdistanê bîr anî.