KJK: li hemberî faşîzma AKP’ê em têkoşînê mayînde bikin.

KJK: li hemberî faşîzma AKP’ê em têkoşînê mayînde bikin.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku AKP û Erdogan êrîşî têkoşîna azadî û demokrasiyê dikin û her diçe bêperwan dibin. KJK’ê li hemberî kiryar û pêkanînên faşîzan ên AKP’ê banga mayîndekirina têkoşînê kir.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe ya niviskî de got ku di 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li hemberî Tundiya li dijî jinê berxwedana ku jin li her qadê pêş dixin ji sembolîkbûnê derketiye. KJK’ê got, “Îro li hemberî zîhniyeta zilamên serwer û paşverûtiya di şexsê DAIŞ’ê de şênber bûye, berxwedana di pêşengiya YPJ û YJA-Star de dibe yekîtiya azadî û rizgariya tevahî jinan. Ne tenê rizgariya jinên Kurd rizgariya jinên heremê û cîhanê jî li derdora vê berxwedanê hê bi hêztir xwe birêxistin dike vediguhere hêza çalakiyê. Çalakiyên îsal ku bi yekîtiya vê ferasete û bi hesta vê tên kirin xwedî wateyeke mezin e. Em têkoşîna azadiyê ya tevahî jinên tevlî vê berxwedanê bûne pîroz û silav dikin.”

‘ERDOGAN Û AKP HER DIÇIN BÊPERWA DIBIN’

KJK’ê diyar kir ku her ku jin hêza rêxistinbûn û berxwedanê pêş dixin, zîhniyeta serwer a zilam tunebûna xwe dibîne û êrîşa xwe zêde dike. KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Jin vê rastiyê bi awayekî herî vekirî di pêkanînên çeteyên DAIŞ’ê de dibînin. DAIŞ a rûyê tazî ya Modernîteya Kapîtalîst e û pêkanînê wê, di rastiyê de ji pêkanînên feraseta dewleta netewe ya bi maske û îflas kiriye ne cuda ne. Di vê çarçoveyê de gotinên Erdogan ên di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî tundiya li dijî Jinê de ku got, ‘Wekheviya jin û zilam di fitratê de nîne’ di rastiyê de careke din nîşan daye ku çiqasî bi feraset û pêkanînên DAIŞ’ê re li hev tên. Erdogan dijmintiya li hember jinê di her firsendê de nîşan dide. Feraseta yekperest a dewleta netewe di desthilatdariya 12 salan a Erdogan de komkuji, tacîz û tecawiza li hemberî jinan gihiştiye asta lûtkeyê. Ji cil û bergan, tevger, jiyan tevlîbûna wan a siyasetê û heta dayîktiyê li gor zîhniyeta paşverû pîvanan ji jinan re datînin. AKP û nûnerên wê di her firsendê de êrîşî têkoşîna demokrasiyê dikin, biçûk dikin û heqaretan li wan dikin. Ev feraset dibe zadê terora zilam a di civakê de ku digihêje asta cînnetê. Di vê çarçoveyê de rayêyên bêsînor didin polîsan, daraz zilamên tecawizkar û qatilên jinan pak derdixe, hê zêdetir îtaatkirinê ferz dikin û di siyasetê de dikin nesne. Li aliyekî ku jinê di malê de di nav sînorê zilam de heps dikin li aliyê din nirxên dayîktiyê jê digirin û polîtîkayên durû pêş dixin. AKP û Erdogan ku dizanin heta îrade û hêza têkoşîna jinê ya hêza cewherî a azadî û demokrasiyê ye neşikînin û nekin bin kontrole nikarin civakê teslîm bigirin, ji ber vê her diçe di zîhniyet û pêkanînên xwe de bêperwa dibin.

‘ERDOGAN Û AKP JIN Û CIVAKÊ TUNE DIHESIBÎNE’

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku nêzîkatiya AKP’ê û Erdogan a li hember jinê di heman demê de li hember civakê ye jî. KJK’ê bal kişand ku ev feraseta ku jinê tune dihesibîne di serî de Kurd tevahî cudatiyên li Tirkiye dijîn tune dihesibîne. KJK’ê got, “di her firsendê de baweriyan û nasnameyên cûda ên civakê biçûk dike û hekaret dike. Ev feraset bi qasî ku çareseriya pirsgirêka Kurd pêş naxe aşkereye wê pêşeroja demokratîk û aştiyane a gelên Tirkiyeyê jî pêk neyine. Di encam de nêzikatiyên wan ên ji pêvajoya çareseriyê ye, bêçareseriya ku mijûlkirin û ji demêre hiştin jî derbas dike ketiye rewşa ku rastîya wê ya kiriye konsepta çareseriyê hê zêdetir deşifre bibe. AKP bivê pakêta ewlekariyê re vê rastiya xwe hê zêdetir radixe berçavan û di heman demê de bi benzînê diçe ser agir. Di bin navê vê pakêta ewlekariyê de înfazên kolanan û lîncan meşrû dike qanûnîkirina wê ji bilî fermîkirina faşîzmê ne tiştekî dine. Vî rûyê xwe yê tarî û ne jidil di her firsendê de bi êrîşa li hember HDP’ê û bê îtîbarkirina wê vedişêre. Di serî de li hemberî heyeta hevdîtinê yek bi yek li hemberî parlamenterên HDP’ê û bi awayekî giştî li hemberî HDP’ê ku êrîşan dike nîşan dide ku niyet û hêza wan a çareseriyê tune ye. Hikûmeta AKP’ê û Erdogan bi van nêzîkatiyên xwe hewl dide raya giştî bixapîne. Lê belê divê vê zanibe ku ev polîtikayên wan ji zû ve îflas kirine û aniye rewşeke ku hê zêdetir li xwe bide. Ji lewra heta gotin nekeve pratîkê wê tunebûna xwe bilez bike.”

‘LI HEMBERÎ PÊKANÎNÊN FAŞÎZAN EM HÊZÊ XWE BIKIN YEK’

Daxuyaniya KJK’ê wiha bi dawî bû, “Di vê çarçavoyê de em bang li jinan, gelê me û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî vê feraset û nêzîkatiyan, hêzên xwe yên azadîxwaz û demokratîk hê zêdetir bikin yek, li hemberî tevahî pêkanîn û ferzkirinên faşîzan helwestên xwe bi awayekî bihêz li her qada jiyanê nîşan bidin û têkoşînê bilind dikin.