KJK: Em ê bibin mîlîtanên nirxên hatine afirandin
KJK: Em ê bibin mîlîtanên nirxên hatine afirandin
KJK: Em ê bibin mîlîtanên nirxên hatine afirandin
Koordînasyona KJK’ê 36’emîn Salvegera Damezirandina PKK’ê pîroz kir. KJK’ê da zanîn ku PKK ruhê berxwedan û îfadeya bihevrebûna demokratîk û bi rûmet, jiyanek bi hev re, azadî û pêşeroja gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. KJK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ruhê berxwedan û xeta PKK’ê li Rojhilata Navîn bûye rêbazeke azadiya alternatîf a pêşerojê û di PKK’ê de azadiya jinê di serê nirxên esas de tê.
KJK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “PKK ya ku rastiya zanîn û baweriyê ya mezin a Rêber Apo û heqîqeta têkoşînên şoreşger polîtîk û exlaqî ya şehîdên şoreşê yên mezin e, ji roja ku hatiye avakirin heta niha şoreşa xwe ya herî mezin bi xeta azadîxwaz a jinê re di têkoşîna berxwedan û azadiya jinên Kurd de dîtiye. Em damezirandina partiya xwe PKK’ê bi biryara mezin a serkeftinê pîroz dikin. Tevgera PKK’ê bi berxwedan û serkeftineke mezin li dijî polîtîkayên her cureyê înkar, îmha, asîmîlasyon û qirkirina li Kurdan bûye bersiv û bi hemû qezencên xwe re îfadeya xwe bi şehîdan re dîtiye û partiyeke Rêbertiyê ye.”
ALTENATÎFA HERÎ MEZIN A AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “PKK li gel hemû kaosa modernîteya kapîtalîst, di serdemeke ku hemû nirxên komunal ên azadî û demokratîk ên dîrokî yên mafan bi qirkirina çandî û hegemonyaya îdeolojîk dihat tunekirin de, derketiye holê. PKK hêza xweya herî pêşdeçûyî ya ku baskê herî bi hêz a rehê berxwedana ku ji kûrahiya dîrokî ya erdnîgariya ku ti nirx û jiyana wê nedihat hesibandin û di bin zext û zilmê de bû, nîşan daye.”
KJK’ê wiha berdewam kir: “PKK îfadeya bihevrebûnek demokratîk û rûmet a jiyanek bi hev re ya azad û pêşeroja gelên Rojhilata Navîn e û her wiha ruhê berxwedanê ye. Li dijî her cureyê mêtingerî û serdestiyê modela neteweya demokratîk bi Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê daniye holê û ruhê berxwedana PKK’ê û xeta wê li Rojhilata Navîn bûye rêbazeke azadiyê ya alternatîf. Gel, baweriyên etnîk, çand, ziman, ol û jin xwedî alternatîfa herî azad û demokratîk a sedemê ne. Ji roja damezrandina PKK’ê heta niha ruhê azadî û berxwedanê ya di şexsê Rêber Apo de digire nav xwe, di asta herêmî û gerdûnî de hatiye rewşa heqîqetê. Ev ruhê azadiyê di şexsê YJA-Star û YPJ’ê de temsiliyeta jinê dîtiye.
AZADIYA JINÊ DI SER HEMÛ NIRXAN RE YE
Dewletên ku hilberîna herî hov a serdestiya mêr a 5 hezar salî ne, polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê ku li ser gelê Kurd meşand, li ser jinên Kurd jî kûrtir kir. Ji ber vê yekê ji roja ku PKK hatiye avakirin heta niha bi felsefeya ‘Fêmkirina jina azad, fêmkirina civak û dîrokê ye’ tevgeriyaye û azadiya jinê di serê hemû nirxan de girtiye. Rêber Apo di PKK’ê de rêxistibûn, artêşbûn û partîbûnê jinê pêk aniye di nava şoreşê de şoreş ava kiriye.
Di xeta partiya PKK’ê de ku bûye partiya nirxan, jinên Kurd bûne Bêrîtan, Sema, Zîlan, Sakîne û Arîn û bûne sembola azadî û berxwedanê. Îro jî jinên Kurd li gorî felseya Rêber Apo diyar dike ku wê bibin mîlîtanên berxwedêr û em careke din 36’emîn salvegera damezirandina partiya xwe PKK’ê pîroz dikin.”