KJB’ê şîdeta hikûmeta AKP’ê şermezar kir
KJB’ê şîdeta hikûmeta AKP’ê şermezar kir
KJB’ê şîdeta hikûmeta AKP’ê şermezar kir
Koordînasyona Tevgera Jinan a KJB’ê der barê qetilkirina du welatiyên li Geverê di 6’ê Kanûnê de hatin qetilkirin de daxuyaniyek da û hikûmeta AKP’ê şermezar kirin.
KJB’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ku di encama êrîşa polîsan de şehîd ketin bibîrtînin û ji malbat û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Em hikûmeta AKP’ê ya ku komujiyê mafdar dibîne şermezar dikin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ AKP ya ku ewladên qehreman yên gelê kurd bi destê polîsan dide qetilkirin, bi polîtîkayên xwe yên kujer careke din ruyê xwe derxistiye holê. Bi van êrîşan her kurd tên hedef girtin û ev jî israra zîhniyeta kujer didomîne. Hêj du li Amedê polîs êrîşê gelê ku komkujiya Geverê şermezar dikir, kir. AKP ne li pey çareseriyê, li pey razemeniya hilbijartinê ye.
AKP ya ku di van polîtîkayan de israr dike, di vê komkujiyê de nîşan daye ku pêvajo qedyaye. Di 6’ê Kanûnê de li Geverê êrîşê welatiyên ku texrîbkirina gorên PKK’iyan protesto dikir, kir û du welatî qetilkirin. Vê jî pêvajoya aştiyê provoke kiriye.
Em hemû gelê xwe yê ku bûne yek dil û vê komkujiyê şermezar dikin silav dikin. Divê gelê li her derê dakeve qadan û vê komkujiyê şermezar bike.