Kişanakê hevdîtinên li Danîmarkayê bidawî kirin

Kişanakê hevdîtinên li Danîmarkayê bidawî kirin

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak hevdîtinên xwe yên li Danîmarkayê bidawî kir. Di daxuyaniyekî ya li Navenda Giştî ya BDP’ê ya têkildarî hevdîtinên navbera 21-22’ê Çileyê de hate kirin de, hate gotin ku; “Birêz Kişanak di çarçoveya hevdîtinan de li gel Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Villy Sovndal, rayedarên Partiya Komînîst ya Danîmarkayê, Yeketiya Rojnamevanên Danîmarkayê ku 16 hezar endamên wan hene, Komeleya Foruma Kurdisk ya ku bi înîsiyatîfa siyasetmedarên Kurd û Danîmarkî dixebitin, Parlementerê berê yê Partiya Gel ya Sosyalîst Pernîlle Frahm, Endamê Berê yê Meclîsa Partiya Sosyal Demokratan Kjeld Akjaer, ji Şaredarên berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgurdsson, endamê Meclisa Şaredariya Kopengagê Lars Alsan Rasmussen hevdîtin pêkanîn û civîn kirin.”

Hate ragihandin ku, di hevdîtinan de pêvajoya makezagona nû ya li Tirkiyeyê, endamatiya Tirkiyeyê ya Yeketiya Ewropayê, Pirsgirêka Kurd û pêşketinên li Sûriyeyê hatine dest girtin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “ Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Vîlly Sovndal jî hevdîtinên di navbera aliyên Kurd û hikumeta Tirk de girîng dibîne û weke pêngavek bi aqil binav dike. Sovndal aşkera kir ku, ew bawer dikin ku xebatên komîsyona li hevhatina makezagona nû ku BDP’e jî di nav de ye dê sûdê bide çareseriyê, weke din jî destnîşan kir ku, pêwîste BDP’ê jî daxilî pêvajoya hevdîtinan ya hatiye destpêkirin bikin.

Wezîrê Danîmarkî da zanîn ku, ew ji bo Sûriyeyî demokratîk ya piştî Esad di xebitin.

Her weke din Kişanakê bi Yeketiya Rojnamevanên Danîmarkî yên ku 16 hezar endamên wan heye hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtina ku rojnameyên girtî yên Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin, têkildarî azadiya çapemenî û rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê Yeketiya Rojnamevanên Danîmarkî agahî girtin. Her wiha peyamên piştgiriya bi rojnamevanên girtî re hate dayîn.