Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma BDP'ê ya Meclîsê de li ser geşedanên rojê axivî. Kişanak li ser hesabnedayîna butçeyê ya AKP'ê, êrîşên li diji xwendekarên zanîngehê, zextên li ser çapemeniya Kurd, êrîşên li dijî BDP'ê, êrîşa polîsan ya li hemberî cenazeyan axivî. Kişanakê diyar kir ku vê carê naşibe sala 94'ê û got:"Carek din hûn Kurdan ji parlementoyê derxînin, Kurd jî êdî dê bihiziran ka carek din bên vê parlementoyê ya na.”
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di axaftina civîna koma BDP'ê ya meclîsê de li ser geşedanên hefteyê û helwesta AKP'ê rawestiya. Kişanak roja astengdaran û salvegera êrîşa bombeyî ya li hemerî Rojnameya Ozgur Ulke bibir anî. Kişanak piştgiriya xwe ya ji bo astengdaran anî ziman û derbarê êrîşên li dijî çapemeniya Kurd jî diyar kir ku, 18 sal berê li dijî Rojnameya Ozgur Ulkeyê êrîşên bombeyî pêk hatin û gelek rojnameger, edîtor, xebatkar hatin qetilkirin. Kişanak ani ziman ku, nexwestin rastî bigehijin gel û gihiştina rastiyan ya gel asteng kirin. Kişanak da zanîn ku ji bo çapemeniya Kurd rastiyan tîne ziman her tim rastî êrîşan tê û ev êrîş berdewam dike.
Kişanak destnîşan kir ku, bi fermana dizî ya bi îmzeya Serokwezîra wê demê Tansû Çiller hat xwestin ku rojnameyê tar û mar bike û wiha got: "Piştî fermana Tansû Çîller çend roj şûnde Rojnameya Ozgur Ulke bombe kir. Ger ku bombekirina Ozgur Ulkeyê neyê ronîkirin, wê demê rastî ronî nabe. Wê demê kes nikare bêje "Ez ji dewleta kûr hesab dipirsim" Li cîhanê 170 rojnameger girtîne. Lê tenê li Tirkiyeyê nîviyê wan girtî ne. Kevneşopiya çapemeniya Kurd ya niha, berdewama kevneşopiya Mûsa Anter, Huseyin Denîz û bi dehan hevalên din ên rojnamegerin. "
'AKP BACA JI WELATIYAN DISTÎNE DI ŞER DE XERÇ DIKE'
Kişanak li ser butçeya sala 2012'an jî rawestiya û wiha got: "Bêyî ku hesabê butçeya sala borî bidin, niha hesabê butçeya sala pêş dikin. Bêyî ku lêçûna sala borî nedin, nikarin hesabê butçeya nû bikin û plana çêbikin. Lê hikûmeta AKP'ê vê yekê dike. Di sala 2010'an de di zagonan de guhertin çêkirin û hemû erk û rayeya butçeyê dan dîwana muhesebat. AKP'ê bi vî rengî her tişt bi xwe ve girêda. Em bang li welatiyan dikin û dibêjin KDV di çixare, meaş, xwarin, vexwarin û hemû keda welatiyan de heye. Hikûmeta AKP'ê bacê, ji şivan, gavan, esnaf, karker, çotkar, karmend û hemû welatiyan digirin. Lê dema bacê ji welatiyan digirin hesabê vê yekê napirsin. Lazime ku ev baca ji welatiyan girtine li ku? çawa? kengî? ji bo çi xerç kirine? bibersivînin û hesabê vê yekê bide welatiyan.
'HUKUMET BACÊ JI WELATIYAN DIGIRE DIDE BAZIRGANÊN ÇEKAN’'
Kişanak anî ziman ku, hesabê butçeya AKP'ê wekî hesabê şivanê dizê pezê gundiyane û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bacê ji her kesî digire, lê hesabê vê yekê nade. Bacê ji ser sifreya welatiyan digire û dide bazirganên çekan. Hemû lêçûnê li şer xerç dike. Ev butçe li dijî zagonane. Divê hesapê vê butçeyê bêdayîn.
'AKP LI ŞÛNA BACÊ XERACÊ DISTÎNE'
Kişanak da zanîn ku, ger hesab neyê dayîn û bac ji welatiyan bê girtin ev dibe xeraç û zordarî û wiha berdewam kir: "Divê welatî hesabê baca daye bixwazin. Ji ber ku bac ji welatiyen xizan tên girtin. Ji bo vê yekê jî divê hesab bide welatiyan. Divê welatiyên ku di asta kêm de dijîn bac ji wan neyê girtin.
‘TIRKIYEYÊ ÇETE ŞANDIN SERÊKANIYÊ’
Kişanak anî ziman ku, hêj hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr çima alîkariyê dide Sûriyeyê û çeteyên li Sûriyeyê nedaye gel û wiha berdewam kir: "Li Serêkaniyê çeteyên xwe şandin. Nêzî salekê şer û pevçûn li Sûriyeyê berdewam dike. Li Serekaniyê gelê Serêkaniyê di nava xwe de li hev kiribûn û xwestibûn ku bê şer û pevçûn pirsgirêkan çareser bikin. Lê piştî çeteyên ku Tirkiye şandin Serêkaniyê û Rejîma Sûriye bombe barandin dîsa kuştin zêde bû. Dîsa bi cihkirina fuzeyên petriotê pirsgirêk çareser nabin. Raste divê li Sûriyeyê rejîm bê guhertin. Rejîmek demokratîk ku kurd, elewî, ereb û hemû welatiyên Sûriyeyê xwedî yek maf bin pêş bikeve. Lê tiştê ku Tirkiye dixwaze ne eve.
'LI TIRKIYEYÊ PÊKANINÊN DARBEYA 12'E ÎLONE BERDEWAM DIKIN'
Kişanak bibîrxist ku, li kolanên Tirkiyeyê geşedanên ku nayên vegotin û mantiqa wan tune ye pêş dikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em li pêkanînên faşîst ên Tirkiyeyê û dewletê dinêrin, berî her tişti dixwazin li dijî ciwanên zanîngehan êrîşê pêk binin. Di demê dawî de geşedanên li zanîngehan pêkanînên darbeya faşîst ya 12'ê Îlonê tê pêşxistin. Polîsan bi awayekî çalak didin xebitandin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de zextên li dijî zanîngehan di asta jor de pêş ket. Êrîşên polîsan, girtin, cezakirin her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku mafê zimanê zikmakî xwestin ji zanîngehê hatin avêtin. Ji bo ku perwerdeya bê pere xwestin rastî ceza hatin. Ji bo ku hêk avêtin rastî ceza hatin. Niha zêdeyî 500 xwendekar girtî ne. Dixwazin bi vî rengî ciwanan teslîm bigirin. Dixwazin xwendekarên zanîngehê û ciwanan bêhêz û bê vîn bihêlin û yek tîp ciwanan ava bikin. Em bang li hemû xwendekaran dikin û dixwazin li dijî van êrîş, binpêkirin û zextan mil bidin mil û li hev xwedî derkevin. Em dê her tim li pişt xwendekaran bin û pirsgirêka wan bibin meclîsê."
‘EM DÊ HESABÊ HOVÎTIYA LI HEMBERÎ CENAZEYAN BIPIRSIN'
Kişanak bal kişand ser êrişa li hemberî cenazeyên gêrîlayên HPG'ê û wiha axivî: "Serokwezîr li dijî nêzîkatiya cenazeyan derew kir û gel xapand. Weke ku me bombeyên gazê avêtibe girseyê, wekî ku me ava şit avêtibe cenazeyan diaxive. Kê ev êrîş pêk anîn Serokwezîr? Çima 3 rojan cenaze li morga goristanê man. Çima 2 cenazeyên li morga goristanê ku 500 metre dûrî gorê bû, polîsan destûr neda bê definkirin. Ji ber ku te ferman da û te xwest merasim pêk neyê. Çima hûn ji bo cenazeyên xwe merasiman pêk tînin. Ev bi fermana we pêk hatin. Di salên 1990'an de çavê cenazeyan derxistin. Guhê wan jêkirin. Niha jî bi heman ferasetê êrîş dikin.
Ev di tu wijdan û pîvanên mirovahiyê de cih nagirin. Ew pêkanîn hemû di arşîv û rûpelê dîrokê de cih nagirin. Di tu ol, bawerî, nirx û çanda de li dijî cenazeyan êrîş pêk nayên. Lê bi fermana Serokwezîr li dijî cenazeyên gerîllayan êrîş pêk hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî girsê û cenazeyan kir. Teror li Amedê meşand. Divê serokwezîr Erdogan derkeve hesabê vê yekê bide. Divê hesabê vê pêkanîna li dijî ol, bawerî, mirovahiyê bide. Li Amedê hemû nirxên mirovahiyê hatin binpêkirin. Hovîtî pêk hat. Li dijî darbestan êrîş pêk hatin. Ava şit davêtin darbestan. Dayîk di bin piyên polîsan de man. Divê hesabê vê yekê bidin. Em dê hesabê vê yekê bixwazin."
'SEROKWEZÎR JI BO DESTNEDAYÎNA BDP'Ê RAKE FERMAN DA'
Kişanak helwesta AKP'ê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ya li hemberî parlementerên BDP'ê rexne kir û wiha got: "Ev daxwaza fezlekeyan bi fermana AKP'ê hatiye destpêkirin. Em dê li dijî hişmendiya darbeya faşîst ya 12'e Îlonê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em dê her tim we aciz bikin. Ji bo hûn berdewama hişmendiya AKP'ê ne dê tekoşîna xwe berdewa bikin. Niha serokwezîr raste rast ser rastiyê vedişêre û berê êrîşên xwe didin me. Me kesên wekî li dijî demokrasiyê kelem dide nîşan. Em ji ber ku li hemberî vê helwesta AKP'ê ne, AKP wisa hişk êrîşî me dike. Lê em dê vê helwesta xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ev feraset û hişmendiya darbeya 12'ê Îlonê berdewam bike, têkoşîna me ya li hemberî vê hişmendiyê jî dê bidome. Carek din hûn Kurdan ji parlementoyê derxînin, Kurd jî êdî dê bihiziran ka carek din bên vê parlementoyê ya na."
NAŞIBE SALA 94’Ê
Kişanak bal kişand ku Kurd tu carî dest ji daxwazên xwe bernadin û got: “Serokwezîr karekî beyhûde ye. Ne em dibêjin, dîrok dibêje. Niha jî mijarek din a şibandina sala 94’an heye. Ev yek naşibin hev. Ger hûn careke din ku Kurdan ji vê parlementoyê derbixin, gelê Kurd dê nîşaş bike ku ka careke din bên vê parlementoyê an na. Ev yek rastî û heqîqeteke ji bo were zanîn em dibêjin. Ne Tirkiye Tirkiyeya 1994’ê ye, ne jî Kurd Kurdê 94’ê ye. Ger Serokwezîr tenê dîmenên girtinê yên 94’ê bîne berçavên xwe, dibêjin em ê bi awayeke kubar vê bişînin, wê demê xwe dixapîne. Bi aşkereyî dibêjim, 94 dubare nabe. Her kes vê yekê baş dizane.”
Hêj axaftina Kişanak neqediya Meclîs TV axaftina Kişanak di nêvî de birî.