Kişanak: Muxatabê çareseriyê ne AKP û Dewlete

Kişanak: Muxatabê çareseriyê ne AKP û Dewlete

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gulten Kişanak di dewreya nû ya Akademiya Siyasetê ya BDP’ê de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li gorî ruhê pêvajoyê pêngavan navêje û wiha got: “Beşeke mezin ya civaka Tirkiyeyê çareseriyê dixwaze. Wê demê me muxatabê çareseriyê dît. Muxatabê çareseriyê ne AKP ne dewlet e. Civaka Tirkiyeyê ye.”

Dewreya nû ya Akademiya Siyasetê ya Navenda Giştî ya BDP’ê li BDP’a Amedê destpê kir. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak ders da û endamên PM û gele nûnerên di kademeyên cuda yên navendê tevli bûn.

 Kişanak destnîşan kir ku xebatên perwerdehiyê xebata herî girîng ya partiya wan e û da zanîn ku di kademeyên akademiyan de heman demê kêmasî tên dîtin û piştre hamleyên bi hêz derdikevin holê.

 KUŞTINA ALÇAX NAYÊ QEBÛLKIRIN

Kişanak destnîşan kir ku dersa yekemîn dê li ser ‘siyaseta demokratîk’ bidin û lê ji ber ku Nazliye Sîncar li Stenbolê di Roja Aştiyê ya Cîhanê de hat kuştin, dê li ser ‘pirsgirêka jinê perwerdê bidin.

Kişanak wiha got: “Ev cînayetek alçax e. Em qebûl nakin, em nakin. Esasa vê têkoşînê azadiya jinê ye.”

BENDA JI SEDÎ 10 LI HEMBER HEMÛ KESÎ YE

Kişanak destnîşan kir ku azadiya gelê kurd di guherîna civakî de di azadiya jinê de ye û got kesên cînayetên jinan pêk tînin bi dewletê re dikin. Kişanak balkişand ser benda ji sedî 10 û wiha got: “Ev bend li hembeî hemû beşên civakê ye. Her derê Tirkiyeyê hatiye bendkirin. Ev bend tenê dananîne ber kurdan, bendeke giştî ye. Di serî de ji ciwan, astengdar û gelek aliyên civakê ji derveyê siyasetê hat hiştin.  Em dê li dijî vê şer bikin.”

AKP LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ PÊNGAVAN NAVÊJE

Kişanak  da zanîn ku hikûmeta AKP’ê ji roja destpêkê heta niha ne li pey guherînê ne û wiha got: “Helwest û polîtîka ev derxistine holê. Hikûmeta AKP’ê hilberîna zîhniyeta yekane ye. Em di nokteya qedandinê de nînin. Di çend mehên dawî de mirin rawestiya. Geşedaneke girînge lê hêj çareser nebûye.  Hikûmeta AKP’ê li gorî ruhê pêvajoyê pêngavan navêje. Divê her kes vê bibîne. Hewldaneke pêkanîna aştiyê ya 20 salan heye. Tecrubeyeke 21 salan heye. Me ders ji vê derxistine. Em niha xwedî van şert û meracane. Îro beşeke mezina civakê çareseriyê dixwaze. Wê demê me muxatabê çareseriyê dîtin. Muxatabê çareseriyê AKP, dewlet nîne. Civake.

Kişanak mîtîna 1’ê îlonê ya Amedê jî nirxand û got îro li Amedê şoreş pêk hat û lê hemû çapemeniyê çav û guhê xwe girtin.  Kişanak wiha got: “Bi dehezaran kes herikîn qada Îstasyonê. Lê çapemeniya tirk yek nûçeyek çênekir. Duh Amed û Qamişlo bû yek dil. Ev bo me gelek girînge. Em bi ser ketin. Em parçekirin, ji hev veqetandin, mayin bi cihkirin, bombekirin. Lê duh mayîn, sînor, emperyalîst tunebûn. Ev serkeftina ku gel derxistiye holê ye. Yên dixwazin bila bibînin, yên naxwazin bila nebînin.”