Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kocaeliyê dîl girtî ye, nameyek şand û desteserkirina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şermezar kir.
Kişanak got, "Ez tayinkirina qeyûm li rojnameya Demokrasî û Çapxaneya Gunê şermezar dikim û hêvîdar im ku wê rojname di demeke nêz de careke din bigihêje ber destê xwendevanan. Azadiya çapemeniyê ji azadiya rojnamevanan a ji bo ragihandina rastiyê bêhtir, mafê raya giştî yê wergirtina agahiyên rast e."
Gultan Kişanak diyar kir ku ew êrîşa li dijî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî weke êrîşa li dijî mafê wergirtina agahiyê dibîne û got, "Ji bo me girtiyên ku nikarin nûçeyên rast ji devereke din peyda bikin, ev rewş girantir e. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî her tim bû dengê girtîgehan. Bû dengê me, guhê me û wijdanê raya giştî. Em ê li bendê bimînin ku ji nû ve dest bi weşanê bike. Hêvîdar im ku di demeke nêz de dest bi weşanê bike."