Kişanak: Ev meheke hukûmet mijûl dike

Kişanak: Ev meheke hukûmet mijûl dike

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi awayekî fermî BDP'ê muxatap nagire û bi riya çapemeniyê bersiv dide. Kişanak ragihand ku bi vê rêbazê hêza BDP'ê ya çareseriyê wêran dike û wiha got: "Heta niha hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr bi rêya medya bersiv da. Em dîsa aşkere dibêjin ev rêbaza hikûmetê ne rêbaza diyalogê ye. Ji vê rêbazê encam dernakeve. Hem ji vê pêvajoyê piştgiriyek xurt dixwazin û hem jî ji diyalogê direvin.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, li Navenda Çandê ya Cigerxwîn daxuyanî da çapemeniyê. Kişanak, derbarê geşedanên dawî û helwesta hikûmeta AKP'ê de civîna çepemeniyê pêk anî. Kişanak, anî ziman ku hêvî û bêrîkirna gelê kurd û Tirkiyeyê ya aştiyê heye. Hêvî û bendewariya çareseriyê û aştiyê heye. Ji bo pêvajo vegere aştî û çareseriyê gelê Tirkiyeyê aşkere piştgiriya xwe tîne ziman. Wekî her kes dizane hevdîtina pêşî di 3'ê çile de pêk hat. Di hevdîtinên li Îmraliyê de di gotinên ji hevalên me re hatin gotin hem derdorên hikûmetêyên nêzîk û hem jî derdorên din diyar kirin ku bêyî dereng bê hiştin dê heyeta duyemîn biçe Îmraliyê. Mixabin mehek derbas bû, lê hêj hikûmetê gavek şênber neavêtiye. Her tim bi riya medya spekulatifan pêş dixin. Agahiyên şaş belav dikin. Di vê pêvajoya girîng de helwesta hikûmetê ya bi vî rengî şaş e."
EM JI BO HER TIŞTÎ AMADE NE
Kişanak, da zanîn ku ew ji bo her tiştî amade ne ku wekî BDP û KCD'ê dêkevin bin bar û rîskê û wiha got: "Me her tim got em amade ne. Me gelek caran ev yek ji hikûmetê re got. BDP li gel hemû astengî zext, gavên dijdemokratîk amadeye ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. BDP'ê li gel hemû astengî û lîstikan di hilbijartinê de 3.5 milyon deng girt. BDP bi rêzikname û bernameyên xwe partiyek siyasî û zagonî ye. Em dixwazin ku hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê BDP'e wekî sazî û muhatab bigire. Lê mixabin heta niha hikûmeta AKP'ê em muxatab negirtin. Bi taybet şexsê Serokwezîr Erdogan bi riya medya xwest peyamê ji mere bişîne. Em aşkere dibêjin ev ne rêya diyalog û çareseriyê ye. Bi vê rêbazê ne pêkan e çareserî û aştî pêk bê. Ger ku bendewariyên me zêde bin divê gav bên avêtin. Ev hilbijartina AKP'ê ye.

'EM HEMÛ DI NAVA HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ DENE'

Kişanak, destnîşan kir ku bi parlamenter, rêveber û hemû endamên xwe ji bo pirsgirêk bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe di nava hewldan û xebatê dene û wiha berdewam kir: "Em hêvî dikin ku ev gav dê neyînî bi encam nebe. Ji bo ku serkeftî û erênî bi encam bibe em hemû di nava xebat û hewldanan dene.
Hemû hevalên me yek fikir û nerîn in. Tu nerînên cuda di nava me de tune. Dixwazin di nava partiya me de perçebûnê çêkin û hin kesan cuda bidin nîşan. Ji bo me hemû hevalên me wekî hevin. Em cudahiyê naxin nava tu rêveber û parlementerên xwe. Bawerî û bendewariyên me ji hemûyan tev yek in. Ger ku AKP ji dil aştî û çareseriyê dixwaze wê demê divê BDP'ê wekî sazî qebûl bike û bi awayekî fermî têkeve nava diyalogê.

'LI DIJÎ MIN KAMPANYA LÎNCÊ HEYE'

Kişanak, da zanîn ku li şûna hikûmet li rê û rêbazê çareseriya demokratîk bigere li dijî wê lînca siyasî daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Em dîsa bang li hikûmetê dikin û dixwazin bi berpirsiarî tiv bigere. Ger ku hikûmet nasnameya sazî ya BDPê nas neke û bi awayekî fermî nekeve diyalogê wê demê pirsgirêk çareser nabe. Em bang li hikûmetê dikin ku bi mere têkeve diyalogê û helwesta xwe ya berê biguhere. 5-6 mehin bi awayeki rêk û pêk hikûmetê li dijî min linca siyasî hatiye destpêkirin. Ez wekî hevseroka Giştîya BDP'ê mexdûrê êrîşa hikûmeta AKP'ê me.
Ez ne terorîst û berdewama terorîsta me. Ez mexdûrê terora dewletê me. Dema ez li Zindana Amedê rastî îşkenceyê hatim ez bûm mexdûrê terora dewletê. Dema min komkujiya Helepçe şermezar kir ez li girtîgehê rastî terora dewletê hatim. Ez tu carî nebûm terorîst û her tim ez bûm mexdûrê terora dewletê."

'BILA LI ZIMAN Û GOTINÊN XWE BALDAR BIN AN JÎ...'


Kişanak, ziman û helwesta Serowezîr û hikûmheta AKP'ê bi zimanekî hişk rexne kir û xwest li ziman, helwest gotin û gavên xwe baldar tev bigerin û ger ku ev yek wisa berdewam bike dê bersîvên pêwist bide wan. Kişanak, xwest êdî AKP dest ji êrîşên xwe yên li hemberî wê û nasnayeya wê berde û gavên çareseriyê bavêje.