Kişanak: Di qetilkirina her jinekê de para AKP’ê heye
Kişanak: Di qetilkirina her jinekê de para AKP’ê heye
Kişanak: Di qetilkirina her jinekê de para AKP’ê heye
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di Komcivîna BDP’ê de piraniya axaftina xwe li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiya Ser Jinê kir. Kişanak xwişkên Mîrabel bibîr anî û wiha got: “Di 9’ê Çile de (2012) 3 jinên Kurd yên bi navê Sakîne, Leyla û Fîdan ku hatin qetil kirin, temsîliyeta xwişkên Mîrabel bûn, ku têkoşîna jinan berdewam kirin.” Kişanakê got, ji her qetilkirinek ya jinê para hikumeta AKP'ê jî heye.
Kişanak diyar kir ku, li hember komplo û qetlîamên jinan hêza têkoşîna jina heye û diyar kir ku, pirsgirêk tim û tim wek pirsgirêkên jinan tên dîtin lê ev ne rast e. Kişanak wiha axaftina xwe berdewam kir: “Pirsgirêk her dem wek pirsgirêkên jinan e digirin dest û divê qey tenê jin li hember van pirsgirêka divê têbikoş in. Lê divê herkes vê pirsê ji xwe bike: Jin çiye? Ger ev wek pirsgirêka jinan bê dîtin elbet dê jin têbikoşin. Ji bo îradeya wan bê qebûl kirin dê xebat bikin. Lê ger em vê wek veguherîneke civakî bibînin divê mêr jî ji bo vê yekê têbikoşin. Herkesê ku pirsa jin çiye, jin kîne dike divê pirsa mêr çine mêr kîne jî bike. Em baş dizanin mêr tev ne otorîter û hêz in. Hin kes hêz, otorîteya xwe li ser mêran didin meşandin. Divê mêr li ser vê yekê rawesite. Li derve ji hêla dewletê ve tê perçiqandin ew jî diçe mal li ser jinê şîdet dike. Divê vê yekê bifikire. Ew otorîte ya dewletê ye li ser jinê ferz dike.”
‘TUNDIYA LI SER JINÊ TEMSÎLYETA XWE JI DEWLETÊ DIGIRE’
Kişanak bibîr xist ku şîdeta li ser jinê temsîliyeta xwe ji dewletê digire û wiha pêde çû: “Her cînayeteke kû tê kirin berpirsyariya wê burokrasiya dewletê ye. Heya nava malên me ev zîhniyet hatiye. Li Tirkiye îstatîstîkên şîdeta li ser jinê di 2009’an de îfşa bû. Dema Wezareta Dadê daxuyand ku ji sedî hezar û 400 şîdeta li ser jinê zêdebûye ev yek kete rojevê. Lê ji ew roj heya niha ji hêla hin kesan ve ev hêjmar her çû kêm kirin û îro marjînal kirin. Bi leystika li ser reqeman hûn nikarin şîdeta li ser jinê kêm nîşan bidin. Sîstema dewletê serdestiya mêr esas digire û her roj vê yekê nû dike. Li Tirkiye her sal tê gotin ‘jin nayên temsîl kirin û di tu qadan de ne xwedî cih in.’ Ev tablo naguhere û naxwazin biguherînin. Heya niha cezayekî ku mêr ji şîdetê dûr bixe nehatiye dayin.”
‘JI HER QETILKIRINEK YA JINÊ DE PARA AKP’Ê HEYE’
Kişanak daxuyand ku, li her cînayeteke ku li kolanan tê kirin berpirsyariya dadê jî divê yekê de heye û wiha got: “Hevokên wek ‘Kesên ku kota dixwazin bila herin Ruanda. Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim. Jin be jî keç be jî çi pêwistbe divê bê kirin. Malên ku keç û xort di nav hev de dimînin di rojeva me de ne’ her roj ji hêla desthilatdar ve tên bi karanîn. Bi van hevokan AKP jî hevalbendê şîdeta li ser jinê ye û para wî di her qetilkirina jinekê de heye. Em jin hem li hember vê têdikoşin hem jî li hember toreyê. Tore îro bi gotinên Birêz Erdogan mahiyeteke siyasî girtiye. Îro li Tirkiye toreyeke siyasî heye. Bê jin dê çi cil û bergan li xwe bikin, çend zarokan bînin, desthilatdarî biryar dide. Ev tev zîhniyeta toreyê ye. Wê temsîl dike. Her mirovek dikare xwe, namusa xwe, îfeta xwe biparêze. Ji bo vê yekê pêdiviya me bi notirvana tune ye. Bi destê AKP’ê, waliyan, polîsan dixwazin me biparêzin. Her kes dikare li xwe xwedî derkeve xwe biparêze. Peywira ku Serokwezîr hilbijêre tu didî mirovan lê mudaxeleyî jiyana wî jî tu dikî. Ger tu mudaxele bikî di serî de li zimanê xwe xwedî derkeve. Ger hêza te hebe mudaxeleyî xwe bike. Em li her ferdekî vî welatî amil in. Îran polîsên exlaq rakiriye AKP radibe vê dixwaze bixe meriyetê. Di nava siyaseta we de çend mêrên ku 2 jinê wî heyî hene. Hûn bersiva vê nadin radibin mudaxeleyî gel dikin. Ev ne tenê zimanê siyaset ê ye. Ev li kolanan û li nava malê dibe sedema şîdeta li ser jinê. Ji ber vê yekê em ewqas bi tundî li hember vê yekê radiwesitin.”
‘DI TÊKOŞÎNA JINÊ DE BIBIN YEK’
Kişanak bang li hemû jinan kir ku, di têkoşîna jinan de bibin yek. Kişanak derbarê vê mijarê de jî ev gotin: “Dibe nêrîna we ya siyasî cuda be lê jin nîvê civakê ye. Dixwazin nîvê civakê hepsê mal bikin ji ber vê yekê divê em mil bidin hev. Bi hezaran sal e dixwazin bi destê mêr bazinê koledariyê bixin situyê me. Ji ber vê yekê divê em li hember vê bisekinin.” Kişanak diyar kir ku divê li hember zewicandina zarokan, qelen, berdêltiyê, bi darê zorê zewicandinê jî rawesitandinek hebe û got ku jin divê le hember vê yekê îsyan bikin. Kişanak Serokwezîr Erdogan ku tenê rojekê jî di van mijaran de neaxifiye rexne kir û wiha got: “Ger jin werin cem hev em dikarin bi serkevin. Heya îro têkoşîna me guherîneke girîng pêk aniye dema ku em vê bi pêştir bibin jî hatiye.”
Kişanak anî ziman ku li girtîgehan jî bi sedan jinên polîtîk hene û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Silav ji hevalên me yên girtîgehê re. Em bi wan re ne. Wê ew derî vebin û hûnê bi me re bin. Riya vê jî dê bi têkoşîn û hevalbendiya jinê çêbibe. Wek em dizanin Serokwezîr Erdogan li Amedê got dê deriyê zindana vebe li Enqerê got min qala heyalê xwe kiriye. Tu heyalbike lê em ê wan deriya vekin.”
FATMA TOKMAK SEMBOLA JINÊN GIRTIYE
Kişanak di berdewamiya axaftina xwe de got ku Fatma Tokmak sembola jinên girtî ye û wiha got: “Fatma Tokmak di 1996’an de ligel kurê xwe Azad yê 2 sal û nîvî hate binçav kirin. Hem Fatma hem jî Azad bi rojan îşkence dîtin. Di destê Azad de cixare ditefandin. Her cureyê îşkenceyê bi wan kirin. Fatma bi tirkî nizanibû lê piştî îşkenceya bi rojan îfadeyên ku hatibûne amade kirin pê dane îmze kirin û ew hate girtin. Di 2006’an de dema daraz dewam dikir Fatma tahliye bû. Herkesî got tu bi cezayê muebet têyî darizandin derkeve derveyê welat. Lê Fatma ji vê bawer nedikir. Lê di 2010’an de cezayê muebet hat dayin û carek din Fatma hat girtin. Niha di girtîgehê de ye û nexweşîna wê ya dil heye. Nexweşeke girtiye. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Ev şerma AKP, Tipa Edlî û Wezareta Dadê ye. Ev yek ji sedan diramên ku li Tirkiyeyê ne ye. Tenê ji ber ku li zimanê xwe xwedê derketin bi hezaran jinên kurd di bin îşkencê de man. Ev awêneya dewletê ye.”
EM Ê LI BÎRANÎNÊ SAKÎNE, LEYLA Û FÎDAN XWEDÎ DERKEVIN
Kişanak, diyar kir ku di 25’ê Mijdarê de li temamê bajarê Tirkiye û Kurdistanê jin daketina kolanan û wiha got: “Em temamê jinên ku têdikoşin silav dikin. Wek xwedîderketina li bîranîna xwişkên Mîrabel em jî xwedî li bîranînê Sakine, Fidan û Leyla derdikevin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dîsa silav li temamê jinên Rojava be.”
Kişanak di dawiya axaftina xwe de li ser Komisyona Makeqanûnê jî rawestiya. Kişanak wiha got: “Niha ev rawesitandin. Divê gelê Tirkiyeyê bizanibe ka di nava 2 salan de çi qewimî çi hatin axaftin. Em dixwazin ev wek pirtûkek bê çap kirin û di malpera Meclisê de jî bê weşandin. Bila heqîqet bê zanîn. Ji bo vê yekê jî em ê têbikoşin. Dema ev komîsyon dest pê kir me got siyaset li parlamentoyê kilît bûye, ev komîsyon divê ji zemînên civakî jî hêz bigirin. Ji bilî BDP’ê her 3 partiyên din li hember vê yekê derketin. Berjewendiyên xwe fikirîn. BDP di encama van nîqaşan de taslaqek amade kir û ev rûmet e. Di wan xalan de dê herkes bibîne BDP makekanûna temamê Tirkiyeyê amade kiriye. Ew pêşniyarî ne di odeyên partiyê de derketin. Em bi gel, bi saziyên sivîl şêwirîn. Di encama pêşniyariyên wan de me amade kir. Bi hawayekî şefaf me di vê komisyonê de xebat kir. Lê her 3 partî jî peywira xwe bi cih... Lê her 3 partî jî peywira xwe bi cih neanîn. Divê temamê Tirkiye vê zanibe. CHP û MHP bi pirsgirêk in lê pirsgirêka herî mezin AKP ye. AKP nikare ji sozê ku daye gel bi reve. Makekanuneke demokratîk ji vê zihniyetê dernakeve. Vêga jî dibêjin em ê di riya xwe de bimeşin. De bimeşin lê dê gelê azadîxwaz riya we bibire vê zanibin. Heman zihniyet di komisyona aştiyê ya parlamentoyê de jî derket. Niha jî bi tena serê xwe rapor amade dikin û didin Meclisê.”
Kişanak di dawiya axaftina xwe de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tena serê xwe pêvajoya aştî û çareseriyê daye dest pê kirin û hê jî berdewam dike.