Kişanak: Biryara walîtiyê wijdanan diêşîne

Kişanak: Biryara walîtiyê wijdanan diêşîne

Li qontara çiyayê Herekola li navçeya Berwariya Sêrtê ji bo PKK'iyên li herêmê jiyana xwe jidest dane goristanek hat çêkirin. Goristan bi merasimekî hat vekirin. Dihat payîn ku vekirin bi girseyî pêk bê lê walîtiya Sêrtê ev yek qedexe kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got; "Biryara qedexekirinê wijdanan diêşîne."

Li qontara çiyayê Herekola li navçeya Berwariya Sêrtê ji bo PKK'iyên li herêmê jiyana xwe jidest dane goristanek hat çêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestr xistin goristan şevê din bi tevlîbûna malbatên PKK'iyên jiyana xwe jidest dane bi merasimekî hatiye vekirin.

Dihat payîn ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê û Parlementera Sêrtê Gultan Kışanak jî di nav de girseyeke qelebalix biçe goristanê, lê ji ber walîtiyê serdana goristanê qedexe kir, serdana goristanê hat betalkirin. Girseyê vê carê berê xwe da goristana Şêx Musa ya gorên 12 endamên HPG'î lê hene.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Kişanak di serdana goristanê de axivî û biryara walîtiyê ya qedexekirinê şermezar kir. Kişanak wiha got; "Mixabin li vî bajarî bîranîna miriyên xwe jî rastî astengiya walîtiyê tê. Ev biryar wijdanan diêşîne."

Piştî axaftinên hatin kirin Kişanak û yên pê re dua xwendin û ji goristanê veqetiyan.