Piştî ku Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, encamên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nas nekir, ji Elmanyayê bangek hate kirin.
Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping li ser hesabê medya civakî peyamek weşand û nêzîkatiya Erdogan a li encamên hilbijartinê nirxand.
Kipping diyar kir, Erdogan ji bo karibe Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi dest bixe bi rengekî vekirî qala jinûve hilbijartinê dike û ragihand, "Despot bi rengekî vekirî naxwaze têkçûnê qebûl bike."
Kipping bang li hikumeta federal kir û jê xwest ku hevkarî û alîkariya leşkerî ya ji bo dewleta Tirk rawestîne. Kipping bangeke wiha kir:
"Hikumeta federal li şûna alîkariyên leşkerî, divê li ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê bikeve nava liv û tevgerê."