Kîjan ‘astengdarî’ ev şerîtên rê çêkir?
Kîjan ‘astengdarî’ ev şerîtên rê çêkir?
Kîjan ‘astengdarî’ ev şerîtên rê çêkir?
Li Enqereyê şerîtên zer ên rê ku, bi mebesta kesên ji çavên xwe astengdar re bibin alîkar hatine çêkirin, bila alîkarî li cihekî bimîne dibin asteng.
Şerîtên zer ên bi mebesta kesên ji çavên xwe astengdar di kolan û caddeyan de bi rehetî bigerin hatine çêkirin tu dibêjî qey ji bo astengkirina wan hatine çekirin.
Şerîtên ku pêwîst e wek xeteke rast bin, li gelek deveran ber bi lambayên kolanan, darekê an jî bufeyekê ve diçin. Di rewşeke wiha de ne mimkun e ku astengdar li lambe, dar an jî bufeyekê neqelibe.
Li gel wan pirsgirêkan bêeleqetiya derdorê jî rewşa astengdaran zehmettir dike.
Esnafên derdor ku li ser şerîtan mase, kursî û hwd. bi cih dikin, maşîneyên hatine parkkirin û standên hatine vekirin jî mafê kesên astengdar xesp dikin.
Fotonûçe: Hezil Rojda