Keştiya diçe Îmraliyê dîsa 'xerabe' ye

Keştiya diçe Îmraliyê dîsa 'xerabe' ye

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bîne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriya Komarê di bersîva ewil de diyar kir ku keştiya Tuzla xerabe ye û serlêdan red kir. Dozger di serlêdana duyemîn de jî ji bo keştiya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve li gorî her şert û mercên hewayê hatiye tesîskirin jî diyar kir ku "Rewşa hewayê nebaş e" û red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayî û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê bersiva erênî da û serlêdan red kir. Dozgeriya Komarê di berisva yekemîn ewil de diyar kir ku keştiya Tuzla xerabe ye û serlêdan red kir. Dozger di serlêdana duyemîn de jî ji bo keştiya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve li gorî her şert û mercên hewayê hatiye tesîskirin jî diyar kir ku "Rewşa hewayê nebaş e" û red kir.

TECRÎD DI ROJA 496’EMÎN DE YE

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (496 roj in) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 138 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên "Kêştî xerabe ye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.