Keştiyeke din a koçberan noqî avê bû: 2 jê zarok 3 kes mirin

Li devereke nêzî girava Samos a Yewnanîstanê, keştiyeke ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di bûyerê de 2 jê zarok herî kêm 3 kes mirin.

Li gorî hêzên ewlekariya peravê yên Yewnanîstanê, keştiyek koçber tê de bûn li nêzî girava Samosê noqî binê avê bû. Di bûyerê de herî kêm 3 kes mirin. Di keştiyê de herî kêm 12 kes hebûn. Hêzên ewlekariya peravê 2 zarok ji nava avê derxistin, lê piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, li Derya Spî ji destpêka meha Çileyê ve 200 koçber mirin. Piraniya wan jî dema diçûn Îtalyayê fetisîn.

Sala 2018'an 48 hezar koçber an jî penaberî xwe gihandin Yewnanîstanê. 32 hezar ji wan di ser Tirkiyeyê re ji Derya Egeyê derbasî Yewnanîstanê bûn. Niha 70 hezar koçber û penaber li Yewnanîstanê hene.