Keştiya penaberan noqî avê bû: 6 Sûrî xeniqîn
Keştiya penaberan noqî avê bû: 6 Sûrî xeniqîn
Keştiya penaberan noqî avê bû: 6 Sûrî xeniqîn
Keştiya penaberan li deryayê Ege ya di navber Tirkiye û Yewnanîstanê de noqî avê bû. Di encamê de 6 welatiyên Sûriyeyê li nêzî berava Tirkiyeyê jiyana xwe jidest dan.
Rêvebiriya Ewlekariya Deryayê ya Tirkiyeyê ragihand ku, 6 welatiyên Sûriyeyê ku dixwestin bi rêya keştiyan xwe bighînin girava Lîsbos a Yewnanîstanê, li nêzî berava Tirkiyeyê piştî ku keştiya wan noqî avê bû jiyana xwe jidest dan. Berdevkê Rêvebiriya Ewlekariya Deryayî ya Tirkiyeyê diyar kir ku, keştî 9 kîlometreyan nêzî herêma Balikesîr a Rojavayî Tirkiyeyê noqî avê bûye û zarokekî du mehî jî di nav de 6 kesan jiyana xwe jidest dane û 9 kesên din jî hatine rizgar kirin.