Keştiya Îmraliyê tenê ji bo parêzeran xirabe ye
Keştiya Îmraliyê tenê ji bo parêzeran xirabe ye
Keştiya Îmraliyê tenê ji bo parêzeran xirabe ye
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê
xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê
dozgeriyê dîsa serdana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" serdana
parêzeran red kir.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum
Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî
ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriya
komarê serledana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" red kir.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 554 roj berê çûbûn
îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 155 caran ji bo biçim
Îmraliyê seri li daredaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.