Keştiya Îmraliyê dîsa xerabe ye!

Keştiya Îmraliyê dîsa xerabe ye!

Parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê bi hinceta keştî xerabe ye dîsa serlêdana pêrezeran hat red kirin.
Parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yurekli, Mazlum Dînç û Abdulmecit Yildirim, ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Tirk a Bursayê dan. Lê dîsa wekî her dem rayedaran bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin.

Parêzerên Ocalan 2 sal û 128 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ya çûna parêzeran tê astengkirin.