Keskîn: Daraz ser cînayeta Parîsê dinixumîne

Parêzer Eren Keskîn got li gel ku di cînayeta Parîsê de rola MÎT’ê bi belgeyan hatiye çespandin jî daraz tevangere û hewl dide ku ser rastiyan binumîne.

Parêzer û parazvana mafê mirovan Eren Keskîn di salvegera 5’an a qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez de ji ANF’ê re axivî.

Keskîn diyar kir ku di mijara ronîkirina cînayetê de daraza Fransiz û Tirkiyê dest nehilanî ne. Keskîn diyar kir, li gel ku di cînayetan de rola MÎT’ê bi belgeyan derketiye holê jî, daraz tevnegeriyaye û bi vê jî armanc ew e ku ser cînayetê were nixumandin, bang li dozgerên Enqerê û Fransayê kir ku peywira xwe bi cih bînin.

‘SAKÎNE HETA DAWIYÊ ŞERÊ XWE KIRIYE’

Keskîn diyar kiriye ku fersend çêbûye ku Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan nas bike, ji ber ku ev 5 sal in dadmendî nehatiye nerazîbûna xwe diyar kir. Keskîn diya kir ku cara pêşî 1991’ê Cansiz pêşwazî kiriye û got,’’Dema ku nû ji girtîgehê derket hate bûroya me. Xwedî karakterekî xurt, têra xwe zane, xwedî nerîneke jinê bû, mirov dikare femînîst jî bibêje, heta dawî şerê ramana xwe dikir. Her ku diçûma Ewropayê hema hema tim dihat li hemû konferansan guhdarî dikir. Me pir civat daniye. Jineke gelekî şareza û bîrewer bû.’’

‘ROJA CÎNAYETÊ BI SAETAN LI ROJBÎN GERIYAM..’

Keskîn diyar kir ku ji nêz Fîdan Dogan nas dike, Dogan jineke şareza û bîrewer bûye û got, ‘’Ez Fîdan tim bi Rojbîn nas dikim, ji ber ku çi dema ku diçûme Ewropayê her kesî jê re Rojbîn digot’’. Keskîn got, ‘’Çi dema ku li Fransayê li parlamentoyê li ser Ewropayê civîn çêbibûya Rojbîn tim li wir bûye. Di karê derve de peywirdar bûye, pir zîrek, zane û xwînşîrîn bûye. Çi kesê ku ji Tirkiyê diçû Fransayê panêlan teqez Rojbîn nas dikir. Di hemû organîzasyonan de hebûye.’’

Keskîn diyar kir ku roja cînayetê ji bo ku agahiyê bistîne bi seetan li Rojbîn geriyaye, dema ku dîtiye ku ew jî hatiye qetilkirin pir xemgîn bûye.

DI CÎNAYETAN DE HEVKARIYA ÎSTÎXBARÎ

Keskîn ku di cînayeta Parîsê de rola MÎT’ê destnîşan kirî, got ew bawer dike ku cînayet ji hêla rêxistinên îstîxbarî ve hatiye kirin, cînayet bi hevkariya rêxistinên îstîxbarî yên Tirkiyê re hatiye kirin û belgeyên ku hatiene weşandin vê ramana wê piştrast dikin. Keskîn diyar kir ku wê demê rojnameyên nêzî hikûmetê jî gotine Omer Guney MHP’yî ye û got, ‘’Kê Omer Guney di nav tevgera Kurd de bi cih kiriye?’ ev pirs teqez divê were bersivandin. Keskîn diyar kir rêxistinên îstîxbarî ji bo tetîkêşan tim kesên ku bi nexweşiya mirinê hildibijêrin û Guney jî bi nexweşiya mirinê bûye.

Keskîn got, ‘di cînayetan de rola MÎT’ê li gel ku bi belgeyan diyar bûye jî daraz tevnagerin û bi vê ser rastiyan digirin.’’

‘DOZGER DIVÊ VAN BELGEYAN WEKE GILIH BIBÎNE’

Keskîn diyar kir ku cînayetên Parîsê ji hêla rêxistinên îstîxbaratê ve hatiye kirin, ku nedixwestin ku doza Kurd bi rengekî aştî çareser bibe û ji bo ku kêşe neyê çareser kirin sê jinên Kurd hatine kuştin.

Keskîn bang li dozgerê Enqerê kir ku lêpirsîna didomînin û got, ‘’Dozger divê van belgeyan weke banga gilih bibîne. Kesên ku navê wan derbas dibin divê bangî îfadeyê bikin. Divê daraza Fransayê jî vê bike.’’