Keskîn: Cînayetên jinan, cînayetên polîtîkin
Keskîn: Cînayetên jinan, cînayetên polîtîkin
Keskîn: Cînayetên jinan, cînayetên polîtîkin
Parêzer Eren Keskin ku di panele bi navê ‘Ji şîdeta li ser jinê re na’ ya li Londonê pêk hat de axivî diyar kir ku di bingeha şîdeta li ser jinê de pergala serdest ya mêr heye û got her cînayeteke jinê, cinayeteke siyasiye.
Ev du hefteyên dawî de ji aliyê Platforma Piştevaniya Jinan a Londonê ve, bernameyê 25’ê mijdarê pêk tên. Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta Jinê de di roja fînalê de roja şemiyê meşek pêk hat. Piştî meşê jin tevli panela ‘Ji şîdeta li ser jinê re na’ bûn.
Gelek jin û mêr tevli panelê bûn. Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn ku ji Tirkiyê çibû wek axaftinker tevli bû. Moderatorî jî nivîskara Ozgur Polîtîkayê Dr Ozlem Galîp kir. Axaftina vekirinê endama meclisa jinan a Roj Women Berîvanê kir. Berîvan balkişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê û got ancax bi têkoşîna hevpar ev pirsgirêka jinê bê helkirin.
DI 10 MEHAN DE 189 JIN HATIN QETILKIRIN
Keskîn axivî û got li gorî daneyên fermî di nava 10 mehên îsal de 189 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û got: “ji bo îşkence û îşkenceya zayendî bê nîqaşkirin divê teqez pergal bê nîqaşkirin. Ji ber ku polîtîkayeke dewletê heye, lêpirsînkirin dirêj didome. Raporên tipa edlî wek delîl tên qebûlkirin, hemû girêdayê pergalê ne. Mînak heta sala 2005’an cinayetên namûsê, sedema daxistinê dihat dîtin. Niha di qanûnê de tiştek wisa tune, lê hêj li dadgehan hukma wek tahrîka giran heye. Cezayên mêrên ku dikujin wek ‘Di bin tahrîka giran de kuşt’ dibînin. Ev hemû girêdayê pergalê ne. Ji ber vê ye ku kuştina her jinekê siyasiye. Li gorî daneyên fermî di 10 mehên îsal de 189 jin hatin qetilkirin.”
XETA SOR YA KEMALÎST Û ÎSLAMIYAN HEMANE
Keskîn wiha pê de çû: “Wek hun dizanin di demên dawî de nîqaşên, keç û xort, qedexekirina kurtajê tên kirin. Li Tirkiyê pirsgirêkek me ya wisa heye. Du aliyên ku wekê di hev re di nava pevçûnê de ne hene. Ev îslamî û kemalîstin. Tu cudahiya wan ji hev nîne. Hem bi hev re pevdiçûn, hem jî hev û din zêde dikin. Di mijara xeta sor ya pergalê de tu cudahiya wan ji hev nîne.
JINÊN PERWERDEKIRÎ ZÊDETIR ŞÎDETÊ VEDIŞÊRE
Keskîn got şîdet ne tenê fîzîkiye û şîdeta aborî, bi devkî û psîkolojîk heye û got: “Hejmara jinên xwendayî yên ku şîdetê vedişêrin zêdetire. Ji bo wan zehmete. Nekarin bêjin. Ji ber ku di rayagiştî de cihekî wan heye. Naxwazin van cihên xwe wenda bikin. Wekê ku dê biçûk bikevin, difikirin. Gelek sedemên vê hene. Ji ber vê vedişêrin. Stargeh pir kêmin. Ev sedemên wisa jinan dîsa terkî şîdetê dike. Ev tirs şîdetek cudaye ji xwe.
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DÊBIDE QEZENCKIRIN
Keskin balkişand ser geşedanên dawî yên siyasî û got qezencên hatine bidestxistin, encama têkoşîna gelê kurd e. Keskin wiha got: “li Bakur çalakiyeke gel ya bi hêz heye. Gelê kurd li pişt xwe êşên pir mezin hiştiye. Bedelên mezin daye. li Rojhilata Navîn her tişt nûve teşe dibe û rola gelê kurd pir zêde ye. Erdnîgariya Kurdistanê ku hat parçekirin, niha li xwediyên xwe yên rast diger. Qezencên îro, ne tiştên ku bexşên me hatiye kirin. Ev berhema tevgera kurde. Şer nanê karkerên Tirkiyeyê didize. Di serî de bandorê li ser kurdan û bidestên tirk dike.”
Panel bi pirs û bersivan dawî bû.