KESK: Wê ked bi ser bikeve

Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê, jiderxistinên kar li Qada Beşîktaş a Kartal protesto kirin. Di çalakiyê de li dijî faşîzma qesrê peyama têkoşînê hate kirin.

Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê yên li Qada Beşîktaş a Kartal hatin ba hev, jikarderxistin protestokirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘BHQ wê biçin, em ê bi serkevin’ hat vekirin, dowîzên bi nivîsên ‘Em karê xwe dixwazin’, ‘Me perwerdehiya zimanê dayikê xwest, dixwazin’, ‘Me daxwaza aştiyê kir, dixwazin’ û ‘Perwerdehiya tevlîhev maf e, devjê bernadin’ hatin bilindkirin, bê navber dirûşmên ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’, ‘BHQ wê biçin, em ê bi ser kevin’ û ‘Karker in, bi maf in, em ê bi ser kevin’ hatin qîrkirin. Li ser navê kedkarên cemaweriyê Hevserokê SES’ê yê Bakirkoy Mursel Firat daxuyanî da û bibîr xist ku hevkariya AKP-MHP’ê ya yekparêz, otorîter û pêkanînên li dijî karkeran welat û gelan ber bi kaosekî kûr ve kaş dike.

Firat da xuyakirin ku desthilatdar rêveberên KESK’ê û endamên wê yên ku ne li ser ramanên wan bi awayekî bê hiqûqî û bê maf ji kar derdixe û got: “Pêkanîna esasî ya vê zilmê ew e ku hemû beşên kedkar li hemberî pêkanînên maf û azadiya wan sînordar dike bêdeniya wan e.” Firat diyar kir ku desthilata AKP’ê bi derxistina kêfî yên kar bi keda mirovan mirov gef dike, karkerên ku daxwaza mercên kar dikin sûcdar tên nîşandan û AKP bi awayê koleyan li karkeran dinêre.

Firat da nîşandan ku polîtîkayên zext û zilmê yên AKP’ê yên li dijî Dayikên Şemiyê jî her heftê didome û got: “Em KESK’î êrîşên faşîzan ên li ser çalakiyên Dayikên Şemiyê şermezar dikin. Çi zû çi direng wê bi teqez laîktî, demokrasî, aştî û biratiya gelan wê bi ser bikeve.”

Her dawî Firat bang li her kesê alîgirê jiyaneke hevpar kir ku li dijî êrîşên faşîzan ên rejîma qesrê pişgiriyê bide têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê.