KESK ji sedî 20 zam dixwaze

KESK ji sedî 20 zam dixwaze

Li Tirkiyeyê hevdîtinen 2.6 milyon memur û 1.9 milyon kesên teqawît eleqedar dike ku berdewam dikin Sendîkaya Kedkarên Gelemperiyê di sedî 20 zamê de bi israr e. 

Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen  da xuyakirin ku wê pêşniyarên hukûmêtê yên tê payên roja Sêşemê bi awayekî  3+3 an jî  4+4 zamê qebûl nekin. Ozgen têkildarî mijarê wiha got, “Bila bi pêşniyareke wiha neyên pêşberî me. Ji niha ve ez dikarim bêjim ku em ê nêzîkatiyeke wiha qebûl nekin.”  Ozgen, destnîşan kir ku Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Faruk Çelîk têgînên wek “Disîplîna butçe, derfetên dewletê” bi kar tîne.

Di vê navberê de wê kedker jî roja Duşemê daxwazên xwe ragihînin Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî. Serokê Giştî yê Emeklî-Sen Velî Beysulen, got ku ew dixwazin meaşê kesên teqawît herî kêm bibe 2 hezar lîre.