KESK: Guhertin divê ji bo girtiyan hemûyan be

KESK'ê nerazîbûn nîşanî cihêkariya guhertina qanûnî da û diyar kir ku divê girtiyên siyasî, yên nxweş, jin ûz arok bên berdan.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li ser guhertina qanûnî ya înfaza ceza daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehan re ye, lewma şewb gefeke mezin li girtîgehan dixwe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku salên dawî gelek rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, parlamenter, şaredar, parêzer, rêveber û endamên sendîkayan bi sûcdariya "lêpirsîna terorê" hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berdana kujer û tecawizkaran ji bo desthilatdariyê ne tesadûfî ye, lê belê tercîheke îdeolojîk û siyasî ye" û hate gotin, "Eger şewb bigihêje girtîgehan wê encamên xwe gelekî giran be û bi rengekî girseyî bibe sedema mirina mirovan."

KESK'ê bang li desthilatdariyê kir ku dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û diyar kir, "Divê guhertin girtiyên siyasî, rojnamevan, extiyar, mehkûmên nexweş, zarok û jinên tevî zarokên xwe girtî ne vehewîne û ev girtî destpêkê bên berdan."