KESK'ê 17 saliya xwe pîroz kir

KESK'ê 17 saliya xwe pîroz kir

Lijneya Rêveberiya KESK'ê bi boneya 17'emîn salvegera dameziradina KESK'ê diyar kir ku, dê têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin.

Lijneya Rêveberiya KESK'ê bi boneya 17'emîn salvegera damezirandina KESK'ê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku, li ser xebata KESK'ê ya fîîlî ya têkoşîna rewa ya KESK'ê re 17 sal derbaz bûn û wiha hat gotin: " Dîroka meya bi keda demokrasî, azadî û wekheviyê re derbazbûye ne tenê bi 17 salan re sinor dare. Encumen-î Muallîm a dîrokî ya KESK'ê , TOS, TOB-DER, TUM- DER, TUS-DER dîroka têkbirina tarîtiya 12 Îlonê ye.

Bi çalakiyên 89'ên yên di biharê de carekedin di pêşnegiya têkoşîna kedkaran de dîroka KESK'ê , dîroka gel, nirx û tarîtiyê ye. Dîroka KESK'ê li ser vê xakê bûye dîroka bênavber ya têkoşînê. KESK'ê hertim got ' Divî welatî de keda yên derbazbûyî, îro û sibê ye."Di daxuyaniyê KESK'ê de ev hat ragihandin: " Desthilatdariya ku di demê derbazbûyî de têkoşîna me astengkirîn û em weke destikê derge didîtin cihên xwe ji zûde di çopê dîtine. KESK hertim li hemberî biçavkirin û girtinan bênavber têkoşîna xwe da meşandin."

'KESK TU CARAN JI TÊKOŞÎNA XWE TAWÎZ NADE'

Daxuyaniya KESK'ê wiha berdewam dike: " Yên ku faliyetên meyên sendîkayên wek sûc didan nîşandan û hevalên me avêtin girtîgehan û xwestin bi serdagirtinan KESK'ê belav bikin lê nekarîn û em soz didin ku emê vê daxwazê di dilê wan de bihêlin. KESK dê biryara xweya têkoşînê ya li hemberî faşîzmê demokrastî, li hemberî emperyalîzmê serbixwe, li hemberî şer aştiyê, li hemberî serdagirtinan azadî, li hemberî nijadperestî û şovenîzmê keda yekitiyê û biratiya gelan bi meşîne.

KESK dê li hemberî desthilatdariya zilam ya ku me di perçiqînin, me diavê jin kenarekê, keda me ji nedîtî ve dibînin, bedenê me dikin meta emê bibin asteng. Emê dinava têkoşîna jinan de têbikoşin. Emê li hemberî hemû xistin, operasyonên belavkirina kedê em dê hemû kesên ku alîgirên demokrasî û kedê ne di rih û mejiyê KESK'ê de cihê xwe çêkiriye dê tucaran ji têkoşîna xwe tawîz nade."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku, di 17'emîn salvegera KESK'ê de dê ji 11 aliyan ve bi sendikayên rêxistinkirî re mil bi mil têkoşîna xwe berdewam bike.