Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

KESK: AKP şewbê weguhertiye firsendê

KESK’ê nerazîbûneke tund nîşanî qeyûm û girtinan da û got: “AKP ji bo ku piştî derketina şewbê hê bêtir feraseta rêveberiya otorîter bide rûnişkandin, pêvajoya heyî guherandiye firsendekê.”

Konfedrasyona Giştî ya Sendîkayên Kedkaran (KESK) îro derbarê destgîrkirina hevşaredaran û xesbkirina şaredariyên Êlih û navçeyên Farqîn, Licê, Gêl û Erxeniyê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de ku îşare bi zêdebûna şewba vîrûsa Koronayê ya li welêt hatiye kirin, hatiye gotin:

“Tevî ku divê tedbîrên pêwîst ji bo pêşî li belavbûna şewbê bê girtin û mînakên vê li cîhanê eşkere ye, hê jî desthilat li şûna aliyê tendirûstî û mirovî, hesabên siyasî binngeh digire. Qeyûm danîna li ser şaredariyên Êlih, Licê, Gêl û Erxeniyê, her wiha serdegirtina malên hevşaredaran û destgîrkirina wan nîşan dide ku AKP piştî bijardeya xwe ya duyemîn ango şewbê guherandiye firsendekî ji bo bi cihkirina feraseta rêveberiyek otorîter.”

‘ŞEKLÊ HERÎ RÊXISTINBÛYÎ A XIRABIYÊ!’

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku veguherandina vîrûsa Koronayê wek firsendekî şeklê herî rêxistinbûyî ê xirabiyê ye û wiha dom dike: “Di mercekî ku dibêjin divê ji metreyekî zêdetir nêzîkî hevdu nebin de komkirina bi sedan polîsan li ber deriyê şaredariyê û welatiyên ku nerazîbûn nîşanî wê dan jî bi darê zorê siwarê otobusan kirin jî aliyê din ê metirsîdarê wê mercê ye. Bêguman berpirsiyarê pêketina bi nexweşiyê ya welatiyan ya ji ber vê sedemê, desthilat e.”

‘TAVILÊ DEST JÊ BERDIN’

KESK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ew peyamane dan:

“Di qonaxekî wiha dîrokî û dramatîk de ku bi mîlyonan mirov ji neçarî li malên xwe dimînin de ji vê zêdetir têkiliyên civakî têknedin. Ji wê zêdetir zererê nedin vîna bi hevre jiyankirinê. Tevî ku li holêye ku îro çiqasî pêwîstî bi mirovên zana, kedkarên tendirûstiyê û hezaranê din yên ku we li ber çavê raya giştî bi şêweyekî bêhuqûqî qevitandin