Kesên li pişt komkujiyê aşkera bikin
Kesên li pişt komkujiyê aşkera bikin
Kesên li pişt komkujiyê aşkera bikin
Tevî ku nêzî 2 sal li ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Paris a KNK Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez re derbas bû hê jî Saziyên rayedar ên Fransa têkildarî hêzên li pişt komkujiyê aşkera nekirine. Kurdistaniyên ku ronînekirina komkujiyê şermezar kirin û hesap pirsîn îro jî di çalakiyê de bûn.
Kurdistaniyê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 14.00'an civiyan di destê wan de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşiyan. Di çalakiya ku endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan, dirûşmên, “Edalet û ronahî”, “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne ” û “Jin Jiyan Azadî” gotin. Di axaftinên meşê de hat gotin ku Kurdistanî dixwazin rayedarên Fransa kesên li pişt komkujiyê aşkera bikin, her wiha hat gotin ku di komkujiya ku 2. salvegera wê nêz dibe Fransa wezîfeyên xwe bi cîh neanî.
Di meşê de belavokên têkildarî komkujiyê hatin belavkirin.
Girseya ku hat ber Bûroya Enformasyonê ya Kurdistan deqeyek rêz girt. Paşê di axaftinên hatin kirin de daxwazên, “Edalet û ronîkirin” hatin dubarekirin.
Ji duyemîn salvegera komkujiyê re ku 45 roj maye, saziyên Kurdistanî Konseya Kurdistan a Demokratîk a Fransa xwe ji bo meşa mezin a 10’ê Çileyê roja Şemiyê re amade dikin. Mina sala buhrî di yekemîn hefteya meha Çileyê ya ku komkujî rû da, wê li Parîs û li gelek bajarên Ewropa çalakî bên lidarxistin. 10’ê Çileya 2015’an jî li Parîs û gelek bajarên Ewropa Kurd ji bo daxwaza edalet û ronîkirinê bînin ziman wê bên gel hev.